• Diyarbakır21 °C
  • Batman18 °C
  • Mardin27 °C
  • Bingöl14 °C
  • Bitlis11 °C
  • Elazığ17 °C
  • Erzincan11 °C
  • Şanlıurfa26 °C
  • Erzurum9 °C
  • Ağrı10 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari14 °C
  • Muş12 °C
  • Siirt18 °C
  • Van14 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
MGRK bi Barzanî û ENKS re hevdîtin pêkanî
17 Aralık 2013 Salı 13:24

MGRK bi Barzanî û ENKS re hevdîtin pêkanî

Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK), bi Serokê Herêma Kurditanê Mesûd Barzanî û ENKS re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina de ji bo alîkarî dayîna şoreşa Rojava biryar hate girtin û hate zanîn kû ev hevdîtine wê bidomin.

HEWLÊR– Bi astengkirina hatina hevserokê PYD’ê Salîh Muslim a Herêma Kurdistanê re û bû sedemê aloziya di navbera rêveberiya Herêma Kurdistanê û PYD’ê. Piştî wê aloziyê şûnve îro cara yekem Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêkanî. Civîna kû li bajarê Selahedînê di demjimêr 14:00’an de destpêkir nêzî saetek û nîvê berdewam kir. Hevserokên MGRK Sînem Mihemed û Ebdulselam Ehmed, endamên koordinasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl , Îlham Ehmed û Xerîb Hiso û endamê karên derve yê PYD’ê Cehfer Hennan beşdar civînê bûn. Di civînê de şaredarê bajarê mezin yê Amedê Osman Baydemîr û parlementera serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî di civînê de amade bûn. 

Piştî civînê endamê karên derve yê PYD’ê Cehfer Henan ji DÎHA’yê re axivî û da zanîn kû civîn erênî derbaz bûye. Henan da diyar kirin kû beşdarbûna MGRK’ê ya vê civînê jibo vê pêvajoyê pêngavek girîng bû nîşaneya kû MGRK dixwaze gelê Kurd bi îradeyek hevbeş tevlî Cenevre-2 bibe ye. Henan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî demek dirêj, li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev hevdîtine pêkhat. Di civîna kû bi armanca alîkarî dayîna Rojava hate kirin de nîqaş hatin kirin. Di civînê de mijara alikarî dayîna Rojava hate pejirandin. Di civînê de nakokîyên pir ciddî derneketin pêş. Di civinê de dubare nêrînên pêwîste hevdîtin bidomin, Barzanî jibo yeketî li Rojava pêkwere alikariya xwe bide nîşa kirin û yeketiya Kurdan bê çêkirin anîn ziman.”
Serokê Herêmê Barzanî jî di derbarê beşdarbûna civîna Cenevre-2 wiha got: “Jibo partiyên Kurd beriya Cenevre-2 di nava xwe de yeketiya xwe çêbikin ez amademe kû bi her awayî piştgiyê bidîn.”
Piştî civîna taybet ya di navbera MGRK û Barzanî de bidawî bû bi beşdarbûna nûnerên partiyên di ENKS’ê de cih digrin civînê berdewam kir. Li ser navê El Partî (Ebdulhekîm Beşar), El Wehde (Mustafa Meşika), Partiya Azadî (Mistefa Cumo) û Partiya Pêşverû (Hemîdê Hecî Derwêş) beşdarî civînê bûn. Di civînê de tewanbarkirina aliyan ya kû di çapemeniyê de derdikevin pêş ne hat dubare kirin û hat ezanîn kû civîn erênî derbaz bûye. Di encama civîna kû nêzî nîv saetê berdewam kirî de, biryar hate dayîn kû hemû partiyên kû di ENKS’ê de cih digrin piştî kû di nava xwe de zelal bûn wê sibê yan jî dusibe civînên di navbera MGRK û ENKS’ê de bên destpêkirin. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim