1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Mirina bi deh hezaran penaber ne qeder e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Mirina bi deh hezaran penaber ne qeder e

A+A-

 

Beyana Netewên Yekbûyî- NY derbarê penaberên dixwazin bi keştiyên kevn derbasî Europayê bibin û di Derya Navîn (Spî) de difetisin, mirov dide hizirkirin û xemgîn dike. Du şerên mezin li Cîhanê hatin pê. Piştî wan, şer ne rawestiya. Gelek kesan canê xwe ji dest dan. Bê mal û cîh man. Destavêtina jina, êşa zarokan û îşkencekirina xelkên bê guneh hat rojevê. Koçberî bû qedera wan.

Ev rûpelên reş ên dîrokê û eyba însanetiyê ji teref gelek kesan ve tê zanîn. Diyar e ku nirxên însên bilind dikin, helwêsta însanetiyê, fêmkirina ekûdu, tolerans, parvekirin û dermankirina êş û brînan, baş nehatine fêmkirin. Bandora şerê qirêj nayê dîtin. NY ji bo çaraseriyê dixebite, lê çalakiyên wan encamên dil dixwaze, nadin.

Li gorî NY, ji sala 2014 an heta niha, zêdeyî 10 hezar penaberan di Derya Navîn de fetisî ne. 2014 an de 3500, 3771 sala derbasbûyî û 2814 kes jî hejmara qûrbanên şeş mehên dawiyê ne. Hilbijartina keştiyên kevn û xetên îlegal sedemên herî mezin in.

Sersedemên nakokiyan çine?

Gelek in. Piştî şerên mezin ên Cîhanê, sînorên dewletên netewî hatin danîn. Gelek bawerî û çandên cewaz ji mafên xwe bêpar man û sînorên dewletan li derveyî îradeya wan hatin diyarkirin. Dewletên bi demokrasiyê îdare dibûn, mijar wek dewlemendiya pirçandî û baweriyê hejmartin û parastina mafê eqeliyet û baweriyên nav xwe bi riyên hiqûqî garantî kirin. Beşek ji dewletan, bi yek nijad an baweriyê hatin îdarekirin. Li wir, ji mafê mirovan re rêz û hurmet nehat nîşandan, eqeliyat ketin ber pêla zilm û asîmîlê, ol û baweriyên cewaz ji xwe re neyar, li dijî xwe hejmartin. Dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe bêdeng man. Di encamê de, li dijî neheqiyê şer dest pê kir, girtin, îşkence kirin, kûştin, winda kirin, talan û koçberî bû beşek ji qedera hemwelatiyan.

Bê guman, kurbûna li ser sedemên peydabûna şer, şîdet, hişkî û tehdîdên polîtîk û peydekirina çareseriyên bi diyalogê û mayînde giring e. Lê NY û hêzên mezin, şîdeta polîtîk bi terorê binav dikin. Di wextê pêwîst de mudaxeleya li dijî zilmê, hovîtiya li dijî eqeliyat û baweriyên cewaz nayê kirin. Piştî mirina gelek kesan, wêrankirina cîh û koçberiya mirovan, nêzî pirsê dibin.

Dema dewletek nikarîbe aştiya navxweyî bihêne pê, zilmê li çand û baweriyên cewaz bike, hemwelatî bên girtin û kûştin, malê xelkê talan bibe, divê mudaxeleya pêwîst yekser bibe. Çaraseriyên mayînde bên pê. Çavdêrî û parastina aştiya herêmê bibe wezîfeya eslî a Konseya Ewlekariya NY. Mixabin e ku, ji vê hêlê jî sistî û şaşîtiyên cidî hene.

Niha ji ber şer û zilmê, can û malê gelek mirovên erîtrî, somalî, ereb, suryanî û kurd, her roj di ber êrîş û xeterê de ye. Beşek ji wan li welatê xwe penaber in. Hejmarek mezin berê xwe didin Europayê. Bot û keştiyên kevn û rizî, nikarin xwe li ber pêlên bi hêz ên Derya Navîn bigrin. Di encamê de bi sedan mirov di nîvê deryayê de, şerê man û nemanê dikin. Beşek mezin difetise, dimre.

Piştî peymana YE bi Turkiyê re, pirs çareser nebûye. Peyman û helwêsta girtina sînoran ne dermanê pirsê ye. Çi kes nikare riya çûn û hatinê bigre. Dijwar e. Niha jî bi sedan kes ji Libyayê, bi keştiyên kevn berê xwe didin Europayê. Ji Turkiyê jî bi riya tacîrên sînoran derketina wan didome.

Gelo çareserî çiye?

Divê NY û welatên desthilatdar pirsa eqeliyat û baweriyên bindest cidîtir bigrin û li wan welatan kar bikin. Di çarçoveya hiqûqî û mafê mirovan de, dewletên olperest, neteweperest û zilmkar şiyar bikin. Di nav sînorên wan dewletan de nasnameya eqeliyetan bê nasîn û rêzgirtina baweriyan garantî bikin. An jî ser xaka bav û kalên wan, herêmên azad û bi ewle ji wan re bê avakirin û parastin, ku ew bi xwe herêma xwe îdare bikin.

Divê peymana penaberan, anku Cenewrê a 1951 î û protokola berdewama wê, a 1967 an li New Yorkê esas bê girtin. Li welatê ereban û Efrîka deverên bi ewle bên hilbijartin, ereb û penaberên efrîkî li wir bên bi cîhkirin. Welatên desthilatdar û dewlemend, bi NY re lihev bikin û penaberan parvekin û li welatan bi cîh bikin.

 

Bu yazı toplam 737 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.