1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Mixalefet û rejîma Sûriyê ji bo çareseriyê dicivin
Mixalefet û rejîma Sûriyê ji bo çareseriyê dicivin

Mixalefet û rejîma Sûriyê ji bo çareseriyê dicivin

Yekemîn gera danûstandinên navbera mixalefetê û rejîma Sûriyê li Cenevre dest pê dike û Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê jî navê endamên şanda xwe eşkere kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyê navê şanda xwe ya danûstandian ku ji 9 kesên sereke û 6 kesên yedek pêk tê aşkere kir. Di vê derbarê de Berdevkê hevpeymaniyê, Luey Safî ragehand ku dê şanda wa yan sereke ji: Ehmed Asî El-Cerba, Luey Safî, Nezîr Hekîm, Enes El-Ebde, Heysem El-Malih, Hemîd Hacî Derwêş (Kurd), Suhêr El-Atasî, Bedir Camûs û Mihemed Husam Hafiz têk tê.

Herwiha navê her 6 endamên yedek jî wiha ye: Rîma Filêhan, Îbrahîm Biro (Kurd), Ebdulehed Stêfo, Obêde El-Nehas û Ehmed Çeqel. Ligel ku dê çend şareza û pispor di warên siyasî, leşkerî, yasayî û diplomasiyê de jî hevkariya wê şandê bikin.

Di kongreya çareserkirina krîza Sûriyê, Cenevre-2, de ku pêr 22’ê mehê bi amadebûna şandên 45 welat û rêxistinên navdewletî û şanda rejîma Sûriyê û mixalefeta Sûriyê hatibû lidar xistin, biryar hat dayîn ku îro (24.01.2014) danûstandinên rasterast di navbera her du aliyên krîza Sûriyê de, bên kirin.

Duh jî Nûnerê Erebî û Navdewletî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî, ku dê serpereştiya van danûstandian bike, bi awayekî cûda ligel şanda rejîma Sûriyê û şanda mixalefeta Sûriyê civiya, bi mebesta nêzîkirina nêrîna her du aliyan da bibe xaleke geşbîn ji bo destpêkirina danûsatandinên rasterast ji bo çareserkirina krîza Sûriy.ê

Biryar bû ku ev danûstandin rasterast bin di navbera şanda mixalefeta Sûriyê û şanda rejîma Sûriyê de, lê li gor malpera Îlaf ya Erebî, çavkaniyekê tekez kir ku dê her şandek di odeyeke cûda de be, û bi rêya navbeynkaran birêve biçe.

Cîbicîkirina daxuyaniya kongreya Cenevre-1, ku 30’ê Hizêrana sala 2012’an hatibû ragihandin, bingeha lidarxistina kongireya Cenevre-2 bû. Xala sereke di daxuyaniya Cenevre-1 de, avakirina hikûmeteke veguhez bû bi hemû desthilatan di navbera oposzîsyona û rejîma Sûriyê de, herwiha di kongreya Cenevre-2 de piraniya beşdaran tekez kirin ku cîbicîkirina vê xalê krîza Sûriyê çareser dike ku sê salin berdewam e.

Bu haber toplam 541 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.