• Diyarbakır22 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin21 °C
  • Bingöl20 °C
  • Bitlis16 °C
  • Elazığ20 °C
  • Erzincan17 °C
  • Şanlıurfa26 °C
  • Erzurum14 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep22 °C
  • Hakkari13 °C
  • Muş18 °C
  • Siirt21 °C
  • Van13 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Mixalefeta Sûriyê: Esed li cihê xwe dimîne
18 Aralık 2013 Çarşamba 16:24

Mixalefeta Sûriyê: Esed li cihê xwe dimîne

Çend çavkaniyan ji mixalefat Sûriyê eşkere kirin ku nêta welatên Rojava nîne di civîna Cenevre-2 de behsa dûrxistina Beşar Esed ji meqamê serokatiya Sûriyê bikin, ji ber eger heye grubên radîkal li wî welatê desthilatê bixin destê xwe.

Sûriye (Navenda Nûçeyan) -  Çend çavkaniyên mixalefata Sûriyê ji Reutersê re gotin: ‘’Welatên Rojava nameyek ji mixalefetê re şandine têde dibêjin ne şert e di civîna Cenevre-2 ya çareseriya krîza Sûriyê de, behsa dûrxistina Esed ji desthilatê bê kirin, ji ber berfirehbûna desthilata grubên radîkal, destdanîna ser deriyekî sînor û cephaneyeke çekên artêşa Sûriyê li nêzîkê Tirkiyê, metirsî çêkiriye ku di paşerojê de desthilata Sûriyê bikeve destê grubên radîkal.’‘

Her di nameyê de ku ji serkirdeyê Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê re hatiye şandin, di civîna Gruba Hevalên Sûriyê ya Londonê de, qala wê yekê hatiye kirin ku dûrxistina Esed di vê rewşa niha de, profakasyon û tevlîheviyan bi xwe re tîne û gere heye grubên radîkal dest deynin ser desthilata welêt.

Di nameyê de behsa wê îhtîmalê jî hatiye kirin ku dibe piştî bidawîbûna dema desthilata wî, Esed bi fermî proseya hilbijartina serokatiyê encam bide, herwiha ew eger jî heye ku careke din Esed bi xwe bo postê serokatiya welat bê hilbijartin.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim