1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. MRG: DAIŞ dixwaze eqaliyetan ji holê rake
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

MRG: DAIŞ dixwaze eqaliyetan ji holê rake

A+A-

Hejmara eqaliyetên li Sûriyê û Iraqê ji ber êrîşên DAIŞ ê herku diçe kêmtir û mecalên domandina jiyanê dijwartir dibe.

Li ser pirsê 4 organîzasyonên navnetewî, Institute of International Law and Human Rights (IILHR), Minority Rights Group International (MRG), No Peace Without Justice (NPW) û Unrepresentes Nations and Peoples Organization (UNPO) raporek berfireh li Brûkselê pêşkêşî raya giştî kirin.

Rapora hevbeş a saziyên mafê mirovan şahidbûna bûyer û kesan esas digre. Rewşa Kurdên Êzdî û Mesîhiyan, bi taybetî Asurî/Suryaniyan ronî dike û ji bo Parlamentoya Europayê dê bibe belge û dokumentên bingehîn bi armanca vekirina daweyên li dijî DAIŞê û ber sucên "li dijî mirovahî", "jenosîd" û "nenasîna peymanên navnetewî ên şer".

Li Iraqê, berî hêza DAIŞê were herêmê û Musilê dagir bike, Mesîhîparêz û Êzdî di bin zextê de bûn. Bi hatin û kontrolkirina DAIŞê rewşa wan xiraptir bû. DAIŞ, ajotina eqaliyetan ji herêmê, bi şêweyekî sîstematîk, zanabûn, zextên giran û tehdîdên cewaz dike. Ji bo rewşa neyênî bê guhertin, hikumeta Iraqê tiştekî nake û raya giştî ya Cîhanê bê deng dimîne. Sucên pêk tên cidî ne; gunehên li dijî mirovahiyê ne, nenasîna peymana şerê çekdarî ye û jenosîd e.

Ji ber êrîşên DAIŞ ê, sala derbasbûyî zêdeyî 2 milyon kesan bûn penaber. Mal û milkên xwe bi cî hiştin û bazdan. Rewşa wan, ji ber nebûna xanî, xwarin, vexwarin û paqijiyê ne baş e. Kesên li cihên xwe mane di bin tehdîda kûştinê de ne. Hikumeta Iraqê ji bo çareseriya pirsê ne çalak e. Ji bo ku rewşa neyênî xiraptir nebe, divê tedbîrên pêwîst bêne girtin.

Rapor, bi pêşniyazên erênî; alîkariya bilez a xwarin, vexwarin, sihet, plana vegera li cî, avakirina deveran û çareseriya pirsgirêkên ewlekarî û parastinê bi dawî tê.

Di sedsaliya SEYFO de, qirkirinek e din, anku dubarebûna tevkûjiya Asurî û Êzdiyan cihê êş û xemgîniyê ye. Eger, piştî 1915 an, anku jenosîda mezin, îro jî Kurdên Êzdî û gelê Asurî bi şêweyekî sîstematîk ji cihên xwe bêne derxistin, malên wan bê talankirin û bibin qûrban, heta cihekî ji ber şaşîtî û bê tedbîriya Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Europa, dewletên herêmê û raya giştî ye. 

 

Bu yazı toplam 480 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.