1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Mûftî: Hefteya bê hevdîtin dest pê dikin
Mûftî: Hefteya bê hevdîtin dest pê dikin

Mûftî: Hefteya bê hevdîtin dest pê dikin

Endamê polît burya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Mûftî diyar kir ku hevdîtinên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, heftiya bê dê dîsa dest pê dikin.

A+A-

HEWLÊR– Endamê polîtburoya YNK’ê Endnan Muftî li ser sedemên avanekirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera partiyan de yên li ser beşdarbûna kurdan bi lîsteyekê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, axivî. Ednan Mûftî li ser sedemên avanekirin û derengketina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Di warê yasayî de piştî hilbijartinê, divê parlamento civîna xwe lidar bixe. Serok, cîgîr û sekreterê xwe hilbijêre. Piştre di rûniştina yekemîn an jî duyemîn de, divê serokwezîr û cîgir were diyarkirin. Ji ber dema ev yasa hatî danîn, du hikûmet ango ya Hewlêr û Silêmaniyê hebûn. Ji bo ew hikûmet bibe yek, diviyabû serokwezîr û cîgirê wî were diyarkirin.”

Mûftî, tekildarî mijarê wiha got: "Di aliyekî din jî vê carê mûxalifetê 40 kursî bidestxiye û dixwazin tevlî hikûmetê bibin. Ev jî dibe sedem ku di navbera hemû hêz û aliyan de guftûgo hebin. Ji bo li ser serokwezîr, cîgir, serokê parlamento û cîgirê wî lihevkirin çêbibe.”

Bi baweriya min heftiya bê hevdîtin dîsa wê dest pê bikin

Endamê polîtburoya YNK’ê ragihand ku divê li ser bernameya siyasî ya hikûmetê tifaqiyek hebe û wiha pêdeçû: “Ji ber her yek ji wan berê ji bo hilbijartinê xwediyê bernameyekê ye. Gelek guftûgo û hevdîtin di navbera şanda PDK û YNK’ê ligel aliyên mûxalifetê yên weke Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan û Komela Îslamî ya Kurdistanê çêbûne. Di encama hevdîtinên ligel aliyên siyasî de pêngavên baş hatine avêtin û bi baweriya min heftiya bê hevdîtin dîsa wê dest pê bikin.”

Ji ber kêmiya dem me nekarî pirsgirêkan çareser bikin

Endamê polîtburoya YNK’ê û serokê berê yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Endan Mûftî li ser sedemên lihevnekirina di navbera partiyên kurdî de jî axivî û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Pirsgirêk di navbera aliyan de hene, em ne tenê partiyek in. Di navbera partiyekê de jî carna pirsgirêk dirûst dibin. Lê ji ber dem kêm bû, me nekarî em wan pirsgirêkan çareser bikin.”

Bu haber toplam 605 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.