Murşîtpinar ji bo gelê Kobanê bû “deriyê hêviyê”

Murşîtpinar ji bo gelê Kobanê bû “deriyê hêviyê”
Deriyê Sînorê Murşîtpinarê ku di dema şer û pevçûnên li Kobanê de gelek caran hat rojevê, niha jî ji bo vegera Kurdên Rojava deriyê hêviyê ye.

 

Deriyê Sînorê Murşîtpinarê ku di dema şer û pevçûnên li Kobanê de gelek caran hat rojevê, niha jî ji bo vegera Kurdên Rojava deriyê hêviyê ye.


 

Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ku ji ber şer û pevçûnên Komên Kurd û DAIŞê de hatibû girtin û niha jî ji bo derbasbûnê rojên duşem û pêncşemiyan destûr tê dayîn.


 

Deriyê sînorê Murşîtpinarê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî jî xwedî cihekî pir girîng e. Lewra ji xeynî vê derê alîkarî di tu dereke din nîne ku alîkarî bigehin Kobanê.


 

Di dema şer û pevçûnan de deriyê sînor ê ku gelek zirar dîtibû hat temîrkirin, têlên sînor hatin guhertin û li derdora derî di 16 deran de qamerayên ewlehiyê hatin bicihkirin û herêm 24 saetan tê kontrolkirin.


 

Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî di daxuyaniyekê de bo ajansa Anadol diyar kir ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ne bi tenê ji hêla gelê Kobanê ve ji hêla Sûriyeyiyên ku dixwazin derbasî Haseke, Reqa û Helebê bibin jî tê bikaranîn û wiha pê de çû: “Murşîtpinar ji bo Sûriyeyiyan deriyê ku vedibe dinyayê ye. Kesên nexweş ên li aliyê Kobanêyê di vî deriyê hanê de tên aliyê Tirkiyeyê û tedawî dibin.


 

Di resmiyetê de weziyeta Murşîtpinarê wek “deriyê hidûd ê berwext” xuya dike û Çîftçî bal kişand ser vê rewşê jî û wiha got: “Em li gor derfetên xwe vê derê birêvedibin lê li vê derê çûn û hatin pir çêdibe. Her hefte nêzî 150-200 kamyon alîkariya mirovahî tê û derbas dibe. Piştî ku şer bi dawî bû nêzî 100 hezar însan derbasî aliyê Kobanê bûn. Bi tenê ne Kobanê yên ku dixwazin derbasî derên din ên Sûriyeyê bibin jî vî derê hanê bi kar tînin.”Evdirehman Hamdanê kurd jî diyar kir ku ew ji bo derbasî bajarê xwe bibin di deriyê sînor ê Murşîtpinarê de derbas dibin û diçin Kobanê..(basnews)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.