• Diyarbakır7 °C
  • Batman5 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan0 °C
  • Şanlıurfa11 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep10 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Namezetê BDP’ê yê Çeçen: Ez serbilindim
06 Ocak 2014 Pazartesi 12:05

Namezetê BDP’ê yê Çeçen: Ez serbilindim

Namzedê BDP’ê yê Çeçen ku ji bajaroka Serînova (Artet) a Mûşê Alî Ekber Yildiz diyar kir ku ew rêveberiya xweser, demokratîk û zayenda azad di pejirînin û wiha got: "Ez serbilindim ku wekî kesekî Çeçen bi gelê kurd re têkoşînê Didim."

MÛŞ - Bajaroka Serînova ku 35 kîlometreyan ji Mûşê dure û gelên wekî Laz, Tirk, Kurd û Çeçen jiyan dikin, namzedê BDP’ê yê bi eslê xwe Çeçen Alî Ekber Yildiz behsa xebatên xwe kir û weke kesekî Çeçen çawa di BDP’ê de cih girtiye kir. Yildiz da zanîn ku mezinên wan ji Kafkasyayê koç kirine, bi salan li Mûşê jiyan kirine û bang li gelê Tirkiyeyê kir ku dinava BDP’ê de cihbigirin. 

Yildiz destnîşan kir ku BDP ji partiyên sîstemê cuda ye û wiha got: "BDP hemû nasnameyên etnîk himbêz dike. Ji ber vê ez tevlî BDP’ê bûm û ezê heya dawî bi wan re bixebitim. Em rêveberiya xweser, demokratîk û zayenda azad dipejirînin. Di roja meya îro de gelên Çeçen, Ermenî û Tirkî jî weke gelê Kurd tên perçiqandin. BDP jî mafê gelên li Tirkiyeyê diparêze. Ji ber vê yekê ez BDP’i me û bi vê jî serbilindim.” Yildiz, anî ziman ku ew kurdî baş dizane û ew ji ber gelek kes bi awayekî pêşdaraz li gelê kurd mêze dike tevlî  BDP’ê bûye.

Yildiz bilêv kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan gotiye 'li Tirkiyeyê 26 nasnemeyên etnîk hene' û wiha got: "Gelan her tim xwestine bi hevre bijîn lê îktîdar hertim xwestiye wan ji hev cuda bike. Ger ez hilbijartinê qezenc bikim ezê pirsgirêka avê ya bajarokê çareserbikim, ezê ji bo faaliyetên spor werin kirin salonan çêbikim, ji bo jinan ezê atolyeyan avabikim û ezê di rêveberiyê de cih bidim gelê bajarokê û jinan."

Yildiz da zanîn ku bajaroka Serînova xwedî zengîniyek çandiye, her gel dikare bi zimanê dayîkê perwerde bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi Fransî, Îngilîzî perwerde çêdibe, çima bi Çeçenî, kurdî û Lazî perwerde nebe? Em vê pêkanînê qebûl nakîn."

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim