1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Navbeynkarên PDK'ê û PYD'ê li Hewlêr in
Navbeynkarên PDK'ê û PYD'ê li Hewlêr in

Navbeynkarên PDK'ê û PYD'ê li Hewlêr in

Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr û Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana ku tê diyarkirin wê navbeynkariyê di navbera PDK'ê û PYD'ê de bikin îro hatin Herêma Federal a Kurdistanê.

A+A-

HEWLÊR - Ji bo gengeşeya di navbera PDK û PYD'ê de ku bi astengkirina hatina Herêma Federal a Kurdistanê ya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re dest pê kir û bi daxuyaniyên rayedarên PDK'ê û PYD'ê re pêş ketin ji holê bên rakirin Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr û Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana îro hatin Hewlêr. Baydemîr û Zana ku Nûnertiya BDP'ê ya Hewlêr ziyaretkirin der barê xebatên xwe de diyar kirin ku wê hevdîtinên wan çend rojan berdewam bikin û ew bawer in, wê derdorên siyasî yên têkildarî mijarê bên gel hev. 

Baydemir; a me ji hevdîtinan re tevkariyeke biçûk e

Baydemîr der barê armanca hatina xwe de diyar kir ku dixwazin tevkariyekê li yekîtiya kurdan bikin û wiha got, "Pêdiviya Rojhilata Navîn bilez bi aştiyê heye. Ji bo vê aştiyê jî divê gelê kurd azad bibe. Ji bo azadiya gelê kurd jî divê tifaq çêbibe. Dibe ku fikir û nêrîn cuda bin, lê ya girîng ev e ku di tiştên hevpar be bigihêjin hevdu. Ev hem ji bo Birêz Serok Mesut Barzanî hem jî ji bo Birêz Serok Salih Muslim jî û partiyên din ên kurd jî wiha ye. Ya me ji hevdîtinan re tevkariyeke biçûk e." 

'Alî dixwazin di çarçoveya peymana Hewlêr de bên gel hevdur'

Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî têkildarî mijarê got ku tevayî alî dixwazin di çarçoveya Peymana Hewlêr de bên gel hevdu û axaftina xwe wiha domand: "Wek du nûnerên gelê kurd me jî xwest vê şadî û kêfxweşiyê bi wan re pêkve bijîn. Em bi hêvî ne ku di demeke kurt de wê aliyên kurd bicivin." 

Bu haber toplam 539 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.