1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Navenda Pedagojiya Kurdî-KURDPED
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Navenda Pedagojiya Kurdî-KURDPED

A+A-

 

Navenda xwe li Stockholmê ye. Ji 2014 an ve bi çalakiyên xwe hatibe nasîn jî, di eslê xwe de bingeha fikra avakirina saziyek wiha, pişta xwe dide piştî salên 80 î. Saziyê 2014 an ne tenê Swêdê, lê li welat jî têkilî bi sazî û ronakbîran re danîye ku balê bikşîne ser pirsa afirandin, çap û belavkirina kitêbên dersdanê û alavên pêwîst.

Navenda Pedagojiya Kurd-KURDPED, deh salên dawiyê bi weşandin û belavkirina pirtûk û peydekirina alavên dersdanê mijûl e. Têkiliyên xwe bi zimanzan, pedagog û mamosteyên ziman re xurt e. Piştgiriya berhemên wan dike. Saziyek serbixwe û îdaeal e. Weke prensîp, ji derve alîkariyê nagire. Li ser pirsê proje pir bin jî, zêde bala wan nakşîne. Kin û kurt, sazî di rûnê xwe de sor dibe. Ji hatina kitêb û alavên dersdanê, kitêbên nû didin ber çapê û alavên nûjen pêşkêşî xwendevan û şagirdên Kurd dikin, karên xwe didomînin.

Her sal, bi sebir û zanabûnê, belavkirina hejmarek pirtûk û peydekirina alavan, tekûzkirina têkiliyên stabîl û lidarxistina civînan, fedekarî û kedek mezin dixwaze. Bi qasî ez zanim û xebatên wan ji nêz ve dişopînim, dikarim vê fedekariyê wiha şirove bikim:

Helwêstek pak e. Ji heskirina ziman û edebiyata Kurdî tê. Bicîhanîna berpirsiyartiya ronakbîriyê ye û amadekirina neslê nû, bi zimanê xwe, ji bo dema nûjen esas digre. Saziyê, bazarek li ser fedekariyê û terxana wextek mezin ji bo nivîsîn, têkilî, lidarxistina civînan, beşdarî, organîzekirina kar û edîtortiya bargiran, ava kiriye.

Mîna gelek saziyan, KURDPED jî hevkar û alîkarên xwe hene. Lê rola mamoste û nivîskarê nasdar B. Welatevîn (M. Hakki Balta) ku bi eslê xwe ji hêla Licê ye û piştî cunta 12 îlona 1980 î derketiye derveyî welêt, niha li Stockholmê dijî, di avakirin û pêşxistina saziyê de mezin e. Ew giringiyê dide karê perwerdê, her wiha evîndarê ziman û edebiyata Kurdî ye. Beşek mezin ji jiyana xwe daye vî karê giranbuha. Gelek pirtûkên dersdanê ji bo zarokên pêşdibistanê 3-6 û şagirdên dibistana bingehîn 1-6 an nivîsîne. Alfabeya Kurdî Rengîn, Kurdiya Şirîn, Gulbihar, Heywanên Kedî, Heywanên Kovî, Gulistana Çîrokan, Balinde û Pîvok hinek ji wan in.

Saziyê du kitêbên nû da ber çapê û çend roj berê, belav bûn. Pirtûk ji bo şagirdên Kurdên Ezdî ne. Kurdên Êzdî, parazvanên çand û baweriya kevnare ne. Zimanê Kurdî, bi tevayê dewlemendî û bedewiya xwe ji awirên xweza û edebiyatê ve li herêma wan, pak û zindî ye. Cihê êş û xemgîniyê ye ku, ji ber êrîşên hêz û komên ekstrem ên îslamî, herêma wan xisarên mezin dît, mirov hatin kûştin, keç hatin revandin û gelek kesan welatê xwe bi cîh hişt û bûn penaber. Li welêt û derveyî welêt, nebûna kitêbên dersdanê pirsgirêkek mezin bû. Pêwîstiya şagirdan bi kitêbên nûjen hebû. Pirs gelek caran di civînan de dibû cihê niqaşê. Mamoste Hakki Balta û Kamel Saka demek dirêj bi pirsê mijûl dibûn. Biryara amadekirina du kitêbên dersdanê dan. Mamostê zimanê Kurdî Josef Erdem jî di nav de, gelek mamoste û pedagogan piştgirî kirin, di amadekirinê de keda wan bû. Di encamê de herdu kitêp derketin:

Derketina, Laliş Serkaniya Kurdî 1, Laliş Serkaniya Kurdî 2, pîroz be.

Hebûna saziyên wiha, cihê kêfxweşî û serbilindî ye. Dîtina kêmasiyan û amadekirina kitêbên pêwîst pisporiyê dixwaze û KURDPED vê wezîfê baş dike. Weke mînak Însan û Civak, ji hêla mamoste û nivîskar M. Elî Tuysuz, li ser bingeha zanyariya civakî hatiye nivîsîn û ji bo şagirdên pola piştî 8 an e. Mamoste Tuysuz demek dirêj da kitêbê, bi mamoste û pisporê civakî re axivî. Pirtûka Rastnivîsîna Kurdî jî wiha. Nîzamettîn Akkurt demek baş da kitêbê.

Rêzepirtûkên saziyê ku ji çîrok û destanên kevnare pêk tên, versiyona kurtkirî û bi wêne derdikevin pêşberî şagirdên Kurd û xwendevanên xwe, ji hêla perwerdê û nasîna berhemên klasîk valahiyek mezin dadigrin. Mem û Zîn yek ji wan e. Mamoste Mistefa Uzun demek baş li ser xebitî û orjînala wê esas girt. Pirtûk berî niha belav bû.

Bê guman ji bo ku ziman û edebiyata kurdî xurtir bibin divê berhemên nû bêne nivîsîn û pirtûk çap bibin. Hebûna saziyên kitêbên dersdanê amade dikin jî giring e. Lê çapkirin têr nake. Divê pirtûk belav bibin. Ne tenê şagirt, her malbat ji xwe re kitêbên wiha peyde bikin, bikirin. Ji bo ku zimanê xwe fêr bibin û piştgiriyê bidin bazara kitêbên Kurdî.

 

Bu yazı toplam 7991 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.