Navenda tenduristiyê rûxandin, kirin qereqol!

Navenda tenduristiyê rûxandin, kirin qereqol!
Li navçeya Baglarê ya Amedê, avahiya qedîm a navenda tenduristiyê bi dozeran hat rûxandin, dê li cihê wê navenda polîsan (qereqol) were avakirin.

 

 

Duh li Baglara Amedê avahiya binkeya tenduristiyê ku dikeve ser rêya Nukhet Coşkun, hat rûxandin.

 

Ew binke ku yek ji binkeyên tenduristiyê yên herî kevin bû, dê li cihê wê navenda polîsan were avakirin.Li navçeyê, Rêveberiya Asayîşê û navendeke polîsan hebû û niha navendeke din tê zêdekirin.

 

Hat ragihandin ku dê roja duşemiyê (sibê) dest bi avakirina qereqola nû were kirin.

 

Li taxa Koşuyolu ya Baglarê, roja 14ê Adarê şer di navbera hêzên ewlekariyê û şervanên PKKê de derketibû, 15ê Adarê jî li navçeyê qedexeya çûn û hatinê hatibû ragihandin.

 

Herçiqas roja 21ê Adarê qedexe hatibû rakirin jî lê hîn polîs li gelek cihan bicîh bûne û bazgeh danîne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.