1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Nêçîra neyasayî jiyana ajelan dixe metirsiyê
Nêçîra neyasayî jiyana ajelan dixe metirsiyê

Nêçîra neyasayî jiyana ajelan dixe metirsiyê

Li Rojhilatê Kurdistanê nêçîrvan bi awayekî neyasayî nêçîra ajelên kovî dikin û heta niha çendîn nêçîrvan hatine girtin.

A+A-

URMIYE - Beşa ragehandinê ya Rêxistina Jîngehê ya Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragehand ku hêzên parastina jîngehê bi alîkariya hêzên bejayî yên ser sînor, di operasyonekê de du nêçîrvan girtine ku du pezkovî kuştibûn.

Serpereştyarê Rêxistina Jîngehê Mihemed Pur, ku ew bixwe şêniyê Urmiyê ye got: “Nêçîrvan bi tawana nêçîra neyasyî tên girtin û radestî dadgehê tên kirin.”

Navçeya Merakan yek ji navçeyên parastî û girîng ên parêzgeha Urmiyê ye ku tê de çendîn ajelên mîna Pilng, Pezkovî û Pisîkên Kovî dijîn, lê bi sedema nêçîra neyasayî gefa jinavçûna wan ajelan di rojevê de ye.

 

Bu haber toplam 915 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.