• Diyarbakır26 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin24 °C
  • Bingöl21 °C
  • Bitlis20 °C
  • Elazığ21 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa27 °C
  • Erzurum13 °C
  • Ağrı19 °C
  • Gaziantep24 °C
  • Hakkari20 °C
  • Muş19 °C
  • Siirt24 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Nefta Kürdistanê li Ceyhanê ye
23 Aralık 2013 Pazartesi 16:14

Nefta Kürdistanê li Ceyhanê ye

Vezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Yildiz got: "Pêşiyê nefta HKIFyê heta Sîlopiyê hat û xebatên ceribandinê temam bûn. Niha jî heta Ceyhanê hat. Piştî niha jî xebatên kişandinê dê dest pê bikin."

 

ENQERE  - Vezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz wiha got: "Pêşiyê nefta HKIFyê heta Sîlopiyê hat û xebatên ceribandinê temam bûn. Niha jî heta Ceyhanê hat. Piştî niha jî xebatên kişandinê dê dest pê bikin."

Wezîr Yildiz, Serokê Giştiyê Lijneya Reveberiya Sendîkaya Karsaz û Pîşesazên Înşaatê yên Tirkiyeyê Celal Kologlu û heyeta wî li meqama xwe qebûl kir. Yildiz li wir pirsên rojnamevanan bersivandin.

 Nefta Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) 

Yildiz li ser pirsa "Xebatên nefta ku dê ji HKIFyê were dê kingê dest pê bikin, hevdîtinên Bexda û Hewlêrê gihîştin kîjan astê?" wiha axivî: 

"Pêşiyê nefta HKIFyê heta Sîlopiyê hat û xebatên ceribandinê temam bûn. Niha jî heta Ceyhanê hat. Piştî niha jî xebatên kişandinê dê dest pê bikin. Daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Huseyîn Şehrîstanî jî pir erênî û baş in. Wî diyar kir ku nefta Bakurê Iraqê yanî nefta Iraqê ji Tirkiyeyê dikare belavî dinyayê bibe û behsa 3 şertên bingehîn kir. Got ku ev şert di metnên peymanan de cih girtin. Tespîtkirina pîvanê, ji hêla Bexdayê ve tespîta van, bihayê wê tespîtkirin û heman demê de tezmîna şer a ji sedî 5 a Neteweyên Yekbûyî... Ev hemû di peymanan de cih digrin û ev dê bibin alîkar ku Iraq ber bi normalbûnê ve here, pêş ve biçe û aboriya wê zêde bibe. Ji ber vê, li gor hevdîtinên me yên bi Şehrîstanî û Bexdayê re ez bawer dikim ku ev neft dê ji vir bê kişandin."

Yildiz pirsa "Gelo nefta ku gihîştiye Ceyhanê çiqas e?" jî wiha bersivand: "Me ew ceribandin temam kirin, piştî vê dê dest pê bike. Lewra me ji serî ve bi berpirsyarên Hikumeta Iraqê ya Navend û kesên ku wan wezîfedar kiribûn re gotibû ku ev kar dê dest pê bike. Ez her tim dubare dikim, ev neft ne nefta Tirkiyeyê ye. Ev neft nefta Iraqê ye. Ji ber vê jî biryara pîvanê û bihayê wê dê ji hêla wan ve bê diyarkirin û ev jî tiştekî normal e. Bi vî awayî înşallah xebat dê dest pê bike."

Wezîr Yildiz pirsa "Kingê?" wiha bersivand: "Ez wisa hizir dikim ku em dê vê mijarê vê heftê binirxinîn."

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim