1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Neh fîlmên Kurdî beşdarî festîvala Îskendinavya bûn
Neh fîlmên Kurdî beşdarî festîvala Îskendinavya bûn

Neh fîlmên Kurdî beşdarî festîvala Îskendinavya bûn

Neh fîlmên Kurdî yên derhênerên Kurd û biyanî bi navnîşanê ‘Sînemaya Kurdistanê’ di 24. Gera Festîvala Navdewletî ya Fîlmên a Tromso Norway de hatin pêşan dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Her 9 fîlm sînemayî û belgesek bûn, yek ji wan fîlmê ‘Yol-Rê’ yê derhênerê Kurd Yilmaz Guney, filmê ‘Dema Hespên Serxweş’ - Behmen Qubadî, filmê ‘Tehl û Şêrîn, Welatê Min’ - Huner Selîm, fîlmê ‘Derbasbûn ji Xubar’ - Şewket Emîn Kurkî, fîlmê belgesel ‘Dayikên Min’ - derhênana hevbeş a Îbrahîm Sadî û Zehawî Sincarî, fîlmê sînemayî ‘Yekemîn Fîlm’ - Mark Cozens, fîlmê ‘Tu Girhingiyeke Ciwaniya te Nîne’ - Husên Tebak,  filmê ‘Zivistana Dawî’ - Salim Selewatî û filmê ‘Sefer Bo Hetavê’ - Yeşîm Ustaoglu.

Herwiha fîlmê sînemayî ‘Hezar û Yek Sêv’ ê derhênerê koçkirî yê Kurd Teha Kerîmî di beşa pêşbirkê ya festîvalê de hat nîşandan û 4 xwendekarên Kurd beşdarî dewreyeke fêrkarî ya festîvalê bûn û dewreya sînemayî bi awayekî serkeftî qedandin.

Di malpera wê festîvala navdewletî de, derheqa beşa taybet a ‘Sînemaya Kurdistanê’ de wiha hatiye nivîsîn; ‘’Bi helkefta derbasbûna 200 saş bi ser yasaya bingehîn a welatê Norway (1814) de, ev bernameyê han ji Kurdan re hatiye veqetandin, miletek ku nasnameya wan a Kurdî û dabûnerîtên wan ên cor bi cor hene lê dewletek û welatekî wan ê hevbeş nîne.’‘

Derheqa fîlmên beşê ‘Sînemaya Kurdistanê’ de jî wiha tê gotin: ‘’Ev beşa festîvalê, 9 fîlmên dokumenter û çîrokan li xwe digirin ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û İngilîzî derheqa Kurdan de bi awayê klasîk û nû hatine berhemanîn. Ew fîlmên han hemû tiştekî ji jiyana rojane ya xelkê Kurdistanê, karesatên komkujî, êş û janên vê neteweyê li xwe digirin ku bi awayekî hunerî ast bilind, germî û hêviyê hatine berhemanîn.’‘

 

Bu haber toplam 841 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.