1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Newroz û tedbîrên ewlekariyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Newroz û tedbîrên ewlekariyê

A+A-

Newroz, serhildana gelê kurd, li dijî zilmê ye. Duhî, li dijî DEHAQ bû û îro li hemberî DEHAQÊN NÛJEN e. Şer, ked, xwêdan û şehadet tev ji bo hezkirin û nirxdayîna jiyana li ser xaka pîroz, Kurdistanê ye.

Hêzên biyanî, ne tenê welatê kurda dagir kirine; malê wan talan kirine. Dest avêtine namûsa xelkê. Girtin e û di zindanên tarî de layiqî îşkencên neînasî dîtine. Winda kirin e, an kûştine. Lê dîsa jî, hezkirina jiyanek e bi aram li ser xaka pîroz, di nava aştî û azadiyê de, bûye armanca herî mezin. Di encamê de, berxwedana gelê kurd li welat û derveyî welêt, ji bo pêkanîna aştî û azadiyê ye.

Kurd di qonaxek e pir hesas re derbas dibin. Li başûr dewletek e nîv fermî heye. Kantonên rojava, neyaran gavbigav diqewirînin, di avakirina welêt de, demokrasî û mafê mirovan ji xwe re dikine pîvan. Li bakur, tirsa heye binpê bûye. Dengê azadiyê bilind dibe û gelê kurd gavbigav ber bi armanca xwe ve dimeşe. Rojhilat, mîna Agirî ji hinava xwe dikele û teqîna volkanê, nêzîk e. Kurd li Rojhilata navîn dibin hêzek e cidî û mezin.

Bi mezinbûna destketinên kurda re, xemgînî, nerehetî, lîstik û planên ereb, faris û turka zêdetir û mezintir dibe. ISIS û bihêzbûna wê, encama van planên qirêj in. ISIS her çiqasî bi rengê baweriyê xwe bide pêş jî, ji barbariya wan xuyanî dike ku, tu têkiliya wan bi wijdan û pîvanên însanî, peyamên Yezdanê dilovan û hedîsên pêxemberê dilsoz, tune ye. Şerê wan li welatê kurda, li dijî xelkekî mezlûm nikare bê fêmkirin. Helwesta wan ji bo qelskirin û têkbirina hêza kurda, kurkirina nakokiyên nav hêzên netewî û domandina bindestbûna kurda tenê sûdê dide dagirkerên Kurdistanê.

Divê pir eşkere bê gotin ku, gelê kurd ne neyarê çi bawerî, îdeolojî û netewan e. Azadî û jiyanek bi aram li ser xaka xwe dixwaze. Ji bo armanca xwe, mirin jî di nav de, çi pêwîst be dê bike.

Îro hefteya Newrozê ye. Newroza gelê kurd li Kurdistaniyan pîroz be. Di her Newrozê de, xwestine kêfxweşiya kurda têk bibin. Bi bûyerên mîna Helepcê, kurda, di nava hêstir û qehrê de bifetisînin. Bi provake û êrîşên nemerdî, cejna netewî bikin roja girêdana reşiyê.

Divê em neyên provakeyan û li hemberî planên qirêj ne bê tedbîr bin. Meydan, salon û kadên ji bo pîrozkirina Newrozê li hemberî êrîş û provakeyan biparêzin. Şiyar bin û beşdarên Newrozê ji xeterên derve, bi alîkariya xelkê, bi şêweyek e profesyonel ji xeteran dur bigrin.

 

Bu yazı toplam 447 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.