1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Niqaşek rengîn derbarê encama hilbijartinê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Niqaşek rengîn derbarê encama hilbijartinê

A+A-

 


Heçî mitirbên aliyê Torê ne, stranbêjên me û pisporên lêdana dahol, kemançe û zurnê ne. Dawet û meş, bê wan nabe. Bibe jî, mîna savara rijî, bê tam û ne bi dilê mirovî ne. Şahî û xwepêşandan, bi dengê dahol, zûrne, kemançe û stranên wan germtir dibe, mirovan sortir dikin.

Ji bo wan, kaniyên îlhamê, ne bernamên tv, radyo, internet, kitêb û kovar in. Lê serpêhatî, çîrokê evîndariyê, xweza, çavên reş û bejnên zirav in. Mitirbên Torê, bi giştî çav bel in û guhê wan mîna satelîtên emerîkî vekirî ne. Li gorî niqaşên di civatan, meşan, erasa fêkî, dawetan, dikana qesap, bûtîkên cilan û gazinên jina li ser tenûran, bûyeran dinirxînin. Beşek jê dibin stran, beşê din di mêjiyê xwe de qeyd dikin. 

Beyanên hikûmetê û serokomar, analîzên nivîskar û pisporên turka zêde  bala wan nakşîne û qet serê xwe bi çîrok û spekulasyonên wan nahêşînin. Hebûn û nebûna Enqerê nehatiye rojeva wan.

Dostekî min nû ji welêt hat û qala sohbeta mitirbên herêma me, derbarê encama hilbijartinê kir. Ez beşekê jê parvedikim:

- Dibêjin, partiya Ardoxan (Erdogan) bi MHP re lihev kiriye.

- Mezinê MHP kî ye?

- Ew ê ser şûnik e. Bi serê şêx Evdilqadir, vê kêliyê navê wî nayê bîra min.

- Hûn şaş in! Partiya Erdoxan wê bi CHP re tifaqê bike.

- CHP, partiya Kemal e (Kemal Paşa). Dema were ser hikûm, divê em xwe bişidînin. Bi wan re dê birçîbûn û zilma li ser me kambaxtir bibe.

- Bi telaq, bê Silho (Demirtaş) hikumet ave nebû û nikare bibe! Ez bawer im, HDP bi AKP re li hev kiriye. Lê Silhoyê me, serokwezîrtiyê dixwaze.

- Layiq e, layiq! Eger HDP biya min bike, bila bi Erdoxan re li hev bikin. Erdoxan bibe serokê Enqerê yê herî mezin. Lê divê serokê me ji hepsê berdin û Silho jî bibe wezîr.

- Heyra bi Qurana Xwedê, bi sed misfeha û bi çira Lalişa nûranî kim (sund dixwe), eger Silho nekin Buqan (wezîr), cara bê, meclîsa ku me ji wan re safî kiribû, em ê bi rayên zêde ji wan bistînin. Wan berepaş weke Melayê Meşhûr (Mele Nusredîn) li kerê boz siwar bikin û berê wan bidin koxa mirîşka..."

Sohbeta Mitirbên Torê li vir diqede, lê niqaşa encama hilbijartinê û spekulasyonên li ser mijarê berdewam e.

Weke tê zanîn, beşek baş ji dîroka me, derd, kul, hesret, hêvî û armanca me, li serpêhatiyan hatine barkirin. Denbêjan, bi kilaman civat ronî kirine. Anku denbêj bi kilaman, stranbêj bi stranan, çîrokbêj bi çîrokên xwe û henekbêj bi şiroveyên nûkteyî, zimanê me pêşde birine, edebiyata devkî xurtir û zindîtir kirine, bûyerên dîrokî û adetên civatê di kilam û stiranan de parastine.

Mitirbên welatê me, parêzvanên edebiyata devkî ne. Hayê wan di dîroka kevnare heye û bi kurdî difikirin. Ew siyaseta Enqerê li hemberî kurda nas dikin. Serkevtina hilbijartinê giring dibînin. Dixwazin kurd, AKP jî di nav de, ji bo parastina berjewendiyên netewî, deriyê xwe ji hevkarî û tifaqê re vekirî bihêlin. Lê hay ji xwe bikin û li hemberî lîstik û fena şiyar bin, xwedî plan bin.

Ji me guhestina dîtina Mitirbên Torê...

 

Bu yazı toplam 704 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.