1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Nûcêfî daxwaza hevkariyê ji Barzanî dike
Nûcêfî daxwaza hevkariyê ji Barzanî dike

Nûcêfî daxwaza hevkariyê ji Barzanî dike

Serokê Parlamentoya İraqê Usama Nûcêfî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku hevkariya koçberên parêzgeha Enbar bike.

A+A-

(Navenda Nûçeyan)

HEWLÊR - Di beyannameyekê de Nûcêfî daxwazê ji Barzanî dike ku hevkariya koçberên parêzgeha Enbar bike yên ku ji ber şer, pevçûn û şhidetê ber bi Herêma Kurdistanê direvin û pêdiviya wan bi alîkariya însanî heye.

Di beyannameya Nûcêfî de wiha tê gotin: ‘’Em daxwazê ji dezgah û rêxistinên mafên mirov dikin ku hevkariya însanî bighînin xelkên parêzgeha Enbar bi taybetî jî yên ku ji ber şer û pevçûnan nikarin ji bajêr derkevin û mane asê.’‘

Zêdeyî du hefteyan e li parêzgeha Enbar bi taybetî jî Felûce û Rûmadî şer û pevçûn di navbera artêşa İraqê, çekdarên hozên Enbar û rêxistina Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê de berdewam e û hejmareke zêde ya hevwelatiyên wan bajaran ber bi Herêma Kurdistanê reviyane.

Bu haber toplam 617 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.