Obama: Divê em piştevaniya Tirkiyê bikin

Obama: Divê em piştevaniya Tirkiyê bikin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Hangcouya Çînî îro saet 08.10an de bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re civiya.

 

Lûtkeya Serokan a G20ê li Komara Gel a Çîn dest pê kir.

Herdu serok piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê cara yekemîn e ku rûbirû hevdîtinê pêk tînin û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di hevdîtina Erdogan û Obama de operasyona Mertalê Firadê, PKK û pêşveçûnên dawî yên Sûriyeyê û dosya Gulen hat gotubêjkirin.

Erdogan wiha got: "Me dosyeya Fethullah Gulen şand, em ê dosyeya piştî 15ê Tîrmehê jî bişînin. Piştî hewldana derbeya leşkerî ev êrişên terorî li pey hev gelekî watedar e. Tekoşîna me bi PKK û DAIŞê re didome. Daxwaza me ev e ku li başûrê me korîdorek neye avakirin.”

Obama jî amaje kir ku ew bi ditîna Erdogan gellekî kêfxweş bûye û dixwaze ew hevalbendiya wan a di dema serokatiya wî de berdewam be.

 Serokê Amerîkayê herwiha got: “Divê derbarê mijara koçberan de em hemû piştevaniya Tirkiyê bikin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.