1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Operasyonên bêhiqûqî li dijî siyasetvan û şaredaran
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Operasyonên bêhiqûqî li dijî siyasetvan û şaredaran

A+A-

Çend roj in, buyerên li welêt, bi taybetî operasyonên li dijî şaredaran û dorpêçana bajaran dişopînim, ji kaniyên cewaz dixwînim û guhdarî dikim.

Weke tê zanîn, piştî hilbijartina 7 ê hezîranê, pasîvkirina pêvajoya çaraseriyê û bi xwendina beyana ”xweseriyê” re, hejmarek siyasetvanên kurd û şaradar hatin girtin. Paşê dorpêçana bajaran û hişkiya polêsên taybetî xwe nîşan da. Operasyonên dewletê, bê westan didomin.

Weke tê zanîn, berî bi demekê li Turkiyê, guherîna qanûnên ewlekarî û dadgehan hat rojevê. Xeterên guharînê, bala saziyên mafê mirovan kişandibû. Pirs, li hundir û derveyî welêt, bibû cihê niqaşên ciddî. Raporên saziyan belav bûn. Organîzasyonên mafê mirovan bi giştî li dijî helwêsta hikumeta AKP ê û guherîna qanûnan derketin.

Wê demê hikumeta AKP ê sedema guherînê, bi hêsankirina ”Pêvajoya Çareseriyê” ve girê dabû. Hikumetê nedixwest kurd li dijî guherînê derkevin û dengên li dijî xwe zêdetir bikin. Encam girtina ”Pêvajoya Çaraseriyê” ji bo kurda giring bû. Lewra dijberiyek xurt ji hêla kurda ve nehat nîşandan. Lê ez û gelek kesên mafparêzên mirovan, em li dijî armanca hikumetê derketin. Mixabin, guherînên hiqûqî, bêyî niqaşkirina piralî, hatin pejirandin.

Pêşî qanûna derbarê ”wezîfeya hêzên taybet û istixbaratê” guherandin. Bi guherînê re, bêyî îcaze, pêkanîna operasyonên taybetî mumkûn bû. Êdî mecalên vekirina daweyên li dijî hêzên taybetî û istixbaratê, mehkemekirin û giliyê wan ji holê radibû, riyên hiqûqî dihatin girtin. Bi serokwezîr û serokomar ve hatin girêdan.

Gava duwê, Dadgehên Sulhê ê Cezekirinê (Sulh Ceza Mahkemesi) ji holê rakirin (2104 an de), di şûna wan de berpirsiyartî dane dadgeran (hakim).

Di pratîkê de, polîsê îstîxbaratê çi bikin, azad in. Mirov bên kûştin, xanî bên xirapkirin tu kes nikare ji wan hesap pirs bike û bistîne. Ew vê kêliyê, mîna hêzên taybet ên serokomar û serokwezîr in. Gelek caran bi emrê wan kar dikin. Hêzên istixbaratê, tenê erêbûna serokê hikumet an dewletê, dikarin bên mehkeme kirin. 

Dadgerek sulhê ê cezekirinê (sulh ceza hakimi) dikare bi serê xwe, biryara girtina şexsan bide. Anku berê, Dadgeha Sulhê a Cezekirinê, bi çend endamên dadgehê re biryara girtina kesekî dida. Îro, tenê biryara dadgerekî bes e.

Guherîna qanûnan, îro bandora xwe nîşan dide. Polîsên îstixbaratê, li bajaran nîvê şevê digrin ser malên şaredarên bi dengê xelkê hatine hilbijartin.  Li ber çavê mêvan, jin, mêr û zarokan, li malên wan digerin. Heqaretê li wan dikin. Wan bi xwe re dibin.

Dadgerên bêtecrube di kontrola polîsên îstixbataratê de, biryara girtina şaredar û siyasetvanên kurd, bi îdîayên pûç, didin. Wan davêjin hespê. Nîvê şevê, bê hiqûqî, ji hespê surgunî zindanên Anadola Navîn dikin.

Heman polîsên îstixbaratê dora bajaran bi hêzên taybetî dipêçin. Qedexeye derketina derve, bi waliyan didin îlan kirin. Hemu şêweyên hişkî û bêhiqûqiyê di bajaran de dikin. Xanî tên xirapkirin, zarok, mêr û jin tên kûştin. Nexweş nikarin herin nexweşxanê. Cendekê miriyan çend rojan li erdê, an di sarincokan de dimînin.  Xelk bi rojan tî û birçî dimînin. Mîsala herî mezin Cizîr e, Nisêbîn e, Farqîn e...

Di dema operasyonan de, nasnameya polîsên xelkê dikujin nayên tespît kirin. Erebeyên wan, bê hejmar (plaka) ne, nayên nasîn. Ji ber polîsên sucdar winda ne û erebeyên wan nayên nasîn, tu dawe li dijî wan nikare bê vekirin.

Belê, di eslê xwe de, di hemu deman de zilma dewletê li ser kurda û siyasetvanên kurd, bi şêweyên cewaz dihatin pê. Lê vê carê, rengê qanûnî didine girtin û kuştinê.

Dema guherîna qanûnan de, kurd, bi soza pêşxistina ”pêvajoya çareseriyê” hatin xapandin. Lê beşek siyasetvanên kurda, bi zanabûn pasîv man. Dengê xwe li dijî guherînê bilind nekirin. Encama bêdengiyê dersek din da kurda û siyasetvanên wan:

Qanûnên nû ku li dijî demokrasî û mafê mirovan e, tu fêdeya xwe ji kurda re û berjewendiyên netewî re tune ye. Dema îro sûdekê bide me, siberojê wê bi dehan xisarên mezin bihênin pêşiya me.

Çareserî çiye?
Di hemu deman de, rêz girtina mafê mirovan e. Niqaşa soz û peymanên dewletê ye. Dijderketina qanûnên ne însanî ye…

 

Bu yazı toplam 559 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.