Orhan Pamuk: Li Tirkiyê demokrasî nîne

Orhan Pamuk: Li Tirkiyê demokrasî nîne
Navenda Nûçeyan – Nivîskar û romannivîsê navdar ê Tirkiyê Orhan Pamuk piştgîriya xwe ji akademisiynenê wî welatî re ragihand û da xuyakirin, ku girtin û lêpirsîn ligel wan akademisiyenan sedema jinavbirina demokrasiya Tirkiyê ye.

 

 

Orhan Pamuk di daxuyaniyekê de bo Le Republica ya Îtalya ragihand: “Girtina wan akademisiyenên ku piştgîrî li kurdna û aştiyê dikin, zirarek mezin digihîne demokrasiya sînordar a Tirkiyê.”

 

Pamuk got, îmzakirin û belavkirina daxuyaniyekê azadiya herî bingehîn a demokrasiyê ye.

 

Pamuk rexne li Hikûmeta Tirkiyê girt û da xuyakirin: “Ez nikarim hizir ji demokrasiyekê bikim ku rê bi akademesiyenan nede ku nêrînên xwe bînin ziman. Ev nayê qebûlkirin ku hikûmet diçe malên wan û wna yek bi yek desteser dike, tenê ji ber ku daxuyaniyek îmza kirine ku bi dilê hikûmetê nîne û hikûmet jê nerazî ye.”

 

 

Orhan Pamuk destnîşan dike, hemû ew tiştên ku niha li Tirkiyê diqewimin, ji ber nebûna demokrasiyê li Tirkiyê ye û wiha dibêje: “Li Tirkiyê tenê me demokrasiya hilbijartinan heye, lê belê me demokrasiyek nîne ku rêz li nêrînên cuda, azadiya zanîngehan û cudahiya hêzan bigre. Bila me di hilbijartinan de demokrasî hebe, lê belê di welatekê de ku hikûmet bi dare zorê biryarên xwe li ser akademisiyenan ferz dike, em nikarin behsa demokrasiyê bikin.”(rudaw)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.