"Oscara" Awistralyayê dan Yilmaz Erdogan

"Oscara" Awistralyayê dan Yilmaz Erdogan
Lîstikvan Erdogan di xelatên AATCAyê de bi rola xwe ya di fîlma "Hêviya Dawîn" ya ku Russell Crowe derhêneriya wê kir de, wek lîstikvanê mêr ê arîkar ê herî baş, hat hilbijartin.

ANKARA  - Lîstikvanê sînemayê Yilmaz Erdogan di rola xwe ya fîlma bi navê "Hêviya Dawîn" (The Water Diviner)  a ku Russell Croweyê ku ji Oscarê xelat girtiye derhêneriya wê kir de, di beşa lîstikvanê mêr ê arîkar de xelata herî girîng a sînemayê ya Awistralyayê qezenc kir.

Xelat ji aliyê Akademiya Hunerê Televîzyon û Sînemayê ya Awistralyayê (AACTA) ve tên dayîn û îsal xelata di beşa "lîstikvanê mêr ê arîkar ê herî baş" de gihişt Yilmaz Erdogan.

Erdogan di fîlma ku qala hatina Tirkiyeyê ya bavekî awistralyayî yê ku sê kurê wî di Şerê Çanakkaleyê de mirin, dike de di rola Serdar Hesen de bû.Senaryoya fîlmê ji aliyê Andrew Anastasios û Andrew Knight ve hat nivîsandin û aktor Russell Croweyê ku xelata Oscarê sitandiye jî derhêneriya fîlmê kir. Fîlm bi hevkariya  Awistralya, Tirkiye û DYAyê hat çêkirin û Russell Crowe, Olga Kurylenko, Jai Courtney û Cem Yilmaz serlîstikvanên fîlmê bûn.(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.