1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Parêzgarê Mûsilê daxwaza pişkê ji petrola Kurdistanê dike
Parêzgarê Mûsilê daxwaza pişkê ji petrola Kurdistanê dike

Parêzgarê Mûsilê daxwaza pişkê ji petrola Kurdistanê dike

Parêzgarê Mûsilê Esîl Nûcêfî got ku xelkê jê xwestiye daku daxwaza pişka petrolê ji Herêma Kurdistanê bike û got: ‘’Evna mafê me ye, ji ber dema wê hatiye ku petrola parêzgehê di xizmeta şêniyên bajêr de be.’‘

A+A-

MÛSIL -Piştî vê daxwaza Esîl Nûcêfî, rêxistinên sivîl ên parêzgeha Mûsilê ji bo piştgirîkirina daxwaza Nûcêfî kampanyayek dan dest pê kirin. Rêxistinên sivîl di vê derbarê de beyannameyek belav kirine û dibêjin: ‘’Divê rêkeftinên navbera parêzgeha Mûsilê û hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê derxistina petrolê de li çend navçeyên Mûsilê şefaf û di berjewendiya hevwelatiyan de bin.’‘

Li gor raporteke ku radyoya Denê Amerîka belav kiriye, hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe pêşan daye ku di vê derbarê de ligel îdareya parêzgeha Mûsilê gotûbêjan bike.

 

Bu haber toplam 644 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.