• Diyarbakır9 °C
  • Batman10 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl10 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ12 °C
  • Erzincan12 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum1 °C
  • Ağrı3 °C
  • Gaziantep16 °C
  • Hakkari3 °C
  • Muş9 °C
  • Siirt9 °C
  • Van3 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Parlamenterê PDKê: Destê PKKê di teqandina boriya petrolê de tine!
29 Şubat 2016 Pazartesi 14:13

Parlamenterê PDKê: Destê PKKê di teqandina boriya petrolê de tine!

Parlamenterê PDKê: Destê PKKê di teqandina boriya petrolê de tine!

 

Parlamenterê kurd û alîkarê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Tariq Gerdî da zanîn, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji pêşniyara xwe ya dabînkirina mûçeyê karmendên Kurdistanê, poşman bûye! Gerdî her wiha ragihand, destê PKKê di teqandina boriya petrola Kurdistanê de tine.

 

Parlamenterê kurd ê Iraqê, Tariq Gerdî derheqê hinartin û firotina petrola Kurdistanê de ji Rûdawê re got, ev çend roj in hinartina petrolê hatiye sekinandin û da zanîn, lê ji roja 1ê Sibata îsal ve heta 17ê Sibatê, nêzîkî 10 milyon bermîl petrol derbasî bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bûye.

 

Tariq Gerdî, ku di heman demê de alîkarê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ye jî, got, hinartina petrolê ji roja 18ê vê mehê hatiye sekinandin ji ber wê jî bi qasî 6 milyon bermîl ziyan li Herêma Kurdistanê ketiye.

 

Derheqê sedema sekinandina hinartina petrolê jî wî parlamenterê kurd got, li ser daxwaziya hikûmeta Tirkiyê hinartina petrolê hatiye sekinandin. Çimkî li gorî ku ew dibêjin, boriya petrolê li nav devereke mînkirî de derbas dibe û ew der jî niha bûye deverek leşkerî. Bi vî rengî, ew îdiayên ku digotin borî ji aliyê PKKê ve hatiye teqandin, derew derketin.

 

Çend roj berê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî gotibû, ez nikarim bêjim PKKê boriya petrolê teqandiye.

 

Tariq Gerdî, li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo dabînkirina mûçeyê karmendên Kurdistanê jî got, Ebadî ji wê yekê poşman bûye çimkî Serokê Fraksiyona PDKê Xesro Goran li pêş çavên hemû parlamenteran bi fermî bang li wî kir û jê re got ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû petrola xwe bide Bexdayê, Bexda mûçeyê Kurdistanê dabîn bike. Lê Ebadî hêcet anî û xwe ji wê mijarê dizî, ev jî nîşan dide ku poşman bûye.

 

Serokwezîrê Iraqê roja 15ê vê mehê ji televîzyoneke Iraqî re gotibû, eger Hikûmeta Kurdistanê tevahiya petrola xwe bidin me em dikarin mûçeyê karmendên Kurdistanê dabîn bikin.

 

Roja paşîn, Hikûmeta Kurdistanê ragihand, ew pêşniyara Ebadî qebûl dikin bi şertekî ku ew bikaribe mûçeyê milyonek û 400 hezar kes dabîn bike ku mehane dike 890 milyar dînar.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim