• Diyarbakır32 °C
  • Batman32 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl31 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ32 °C
  • Erzincan27 °C
  • Şanlıurfa32 °C
  • Erzurum23 °C
  • Ağrı25 °C
  • Gaziantep32 °C
  • Hakkari26 °C
  • Muş29 °C
  • Siirt33 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Parlamenterên Kurd hatin Amedê
21 Aralık 2013 Cumartesi 15:01

Parlamenterên Kurd hatin Amedê

Şandeyeke ku ji Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê pêk tê hatin serdana Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr.

Amed (Navenda Nûçeyan) - Şandeya ku Serokê Parlamenterên Kurdistanê Necat Yasîn û endam Xelîl Îbrahîm û Ferhat Ewnî di nav de ji bo hin hevdîtinan ji Herêma Kurdistanê hatin Amedê û gel Baydemîrî çavpêketinek pêk anîn.

Bayemîr, ligel Şaredarê Yenîşehrê Selîm Kurbanoglu, Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Cîgirê Şaredarê Sûrê Nakşî Sayar, Cîgirê Serokê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Eşref Guler û Endama Meclisê ya ji Têkiliyên Derve Berpirs Derya Tamrîş mêvanên xwe pêşwazî kirin.

Ferhat Ewnî mebesta serdana xwe destnîşan kir û da zanîn ku ew dixwazin pirsgirêka kurd di qata cîhanî de bidin nasîn û li rêyên çareseriyê bigerin. Ewnî aşkere kir ku ew dixwazin meclisa parlementerên Kurdistanê li Hewlêrê damezrînin ku ji parlementerên her çar parçeyên Kurdistanê û yên diasporayê pêk têt.

Ewnî diyar kir ku ew ji ber hewldanên berêkveanîna hizbên kurdî ya li Hewlêrê serbilindiyê bi Baydemîr dikin û got, “Em gelekî pê serbilind in ku cenabê te hewl da birayên me yên kurdê Rojava û Başûr nêzî hev bikin. Me xwest em vê bi te re parve bikin ku em bi te serbilind in.”  

Baydemîr jî kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina wan li Amedê derbirî û diyar kir ku ew jî van hewldanan gelek girîng dibînin. Baydemîr diyar kir ku yekitiya kurdan mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e.  

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim