1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Partiyên kurdan: Dewlet neçar e bi PKKê re rûnê!
Partiyên kurdan: Dewlet neçar e bi PKKê re rûnê!

Partiyên kurdan: Dewlet neçar e bi PKKê re rûnê!

Partiyên kurdan li “masterplan” dewletê ji bo Bakurê Kurdistanê ne razî ne û dibêjin, ew derdên Kurdan derman nake.

A+A-

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, duh li Mêrdînê paketeke nû ji bo çareserkirina aloziyên li Bakurê Kurdistanê aşkera kir. Medyaya Tirkiyê wê paketê wek “masterplana dewletê” ji bo Bakur dibînin.

 

Partiyên kurdan li hemberî vê paketê nerazî ne û dibêjin, ji bo rawestandina şerê çekdarî hikûmet mecbur ku bi PKKê re rûnê û ji bo çareseriyek mayînde jî divê hemû mafên kurdan ên netewehî bêne naskirin.

 

Ev paket 10 ji xalan pêk tê û li gorî paketê dê hikûmet pêşî ewlekariya bajaran ava bike û piştre jî gavên demokratîk bavêje.

 

Li gorî partiyên kurdan, di paketê de derheqê mafên kurdan ên neteweî de tiştek nehatiye gotin. Ji ber vê yekê jî ew bawer nakin ku ev paket pirsgirêka kurd çareser bike.

 

Di paketê de tê gotin ku êdî di çareserkirina pirsgirêka kurd de Qendîl û Ocalan ne muxatab in. Rêveberên PSKê dibêjin, ji bo rawestandina şerê çekdarî hikûmet mecbûr e bi PKK'ê re rûnê.

 

Hikûmeta Tirkiyê heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gellek paket aşkera kirin. Paketa herî dawî 3 sal berê hatibû aşkerakirin û pêvajoya diyalogê dest pê kiribû.

Bu haber toplam 771 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.