• Diyarbakır5 °C
  • Batman-2 °C
  • Mardin1 °C
  • Bingöl-3 °C
  • Bitlis-5 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan-7 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum-15 °C
  • Ağrı-2 °C
  • Gaziantep7 °C
  • Hakkari1 °C
  • Muş-6 °C
  • Siirt-1 °C
  • Van-3 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
PDK û PKK li ser 4 xalan li hevkirin
21 Aralık 2013 Cumartesi 12:46

PDK û PKK li ser 4 xalan li hevkirin

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu derheqê mutabeqata rojên borî ya navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de agahiyên girîng dan.

HEWLÊR -  Karasu ragihand ku hevdîtina li ser mijarê berî çend mehan dihat plankirin, lê ji ber hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û pirsgirêkên di xebatên Kongreya Neteweyî de hatiye paşxistin. Karasu destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber naxwaze PYD bihêz bibe, li Rojava rê li ber aloziyan û got: ‘’Daxuyaniyên Barzanî yên li ser Rojava û PYD’ê ev talozî zêdetir kir lê di encama vê hevdîtinê de ev alozî û nîgeranî ji holê rabûye. Herwiha gelekî xwezayî ye di pêvajoyên şoreşgerî de hinek hêz derkevin pêş û xala girîng a lihevkirinê jî Rojavayê Kurdistanê ye.'

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu mutabakata navbera PKK û PDK, beriya Cenevre-2 asta amadekariyê ya Kurdan û xebatên Kongreya Yekitiya Neteweyî jî nirxand.Karasu bal kişand ser ezmûnên şoreşgerî yên li tevahiya cîhanê û destnîşan kir ku di pêvajoyên şoreşê de gelekî xwezayiye partiyek derkeve pêş û wiha axifî: “Çawa ku bi pêşketinên li Başûrê Kurdistanê re PDK û YNK derketin pêş, li Rojava jî gelekî xwezayî ye PYD derketibe pêş. Lê belê hinek hêzên li wê derê xwe li vê ranegirtin. Bi taybetî Tirkiyeya ku naxwaze PYD li wir bi hêz bibe, ket nav hewldanan.”

 ‘Hevdîtinên PKK-PDK çend meh berê hatin plankirin’

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu da zanîn ku hevdîtina navbera PKK û PDK’ê berî niha bi çend mehan hatibû plankirin û di vê hevdîtinê de ne tenê mijara PYD’ê di heman demê de dihat plankirin ku têkiliyên PKK û PDK’ê, rewşa Başûr û Bakur werin nirxandin. Karasu diyar kir ku di hevdîtinê de li ser 4 sernavên bingehîn li hevkirin çêbûye û wiha pêde çû: 'Hevdîtina me li ser 4 sernavên bingehîn pêk hat. Têkiliyên PKK-PDK, rûdan û pêşketinên li Rojava, pêvajoya çareseriyê ya li Bakur ku Rêberê me daye destpêkirin û rewşa Başûrê Kurdistanê, Kongreya Neteweyî hatin nirxandin. Di van her çar mijaran de lihevkirin çêbû. Di destpêka van mutabeqatan de, çareserkirina pirsgirêkên li Rojava, di çarçoveya yekitiya neteweyî de peydakirina rêyên çareseriyê û bi helwesteke hevpar re çûna Cenevreyê, cih girtin. Ji bo rêxistinên li Rojava têkiliyên navbera xwe sererast bikin PKK û PDK’ê li hev kirin ku alîkariyê bikin. Pêkhatina civînên rêxistinên Rojava li Hewlêrê, encama vê lihevkirinê ye. Di vê mutabeqatê de PKK’ê nêrînên xwe anî ziman. PDK’ê jî. Kes li ser navê kesî neaxivî. Ji xwe ne rast e ku ne em ne jî PDK li ser navê PYD’ê biaxive. Me hewl dan di çareseriya pirsgirêkan de teşwîqê bikin û alîkariyê bidin. Hêzên bingehîn ên pirsgirêkê çareser bikin, hêzên Rojavayî ne. Em hevdîtinan bi awayê giştî, erênî dibînin.'

‘Lingê girîng ê lihevkirinê Rojava ye’

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu da zanîn ku lingê girîng ê lihevkirinê Rojava ye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: 'Eger li Rojava yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk neyê, di vê çarçoveyê de têkiliyên di navbera tevgerên Kurd de nerm nebin, sererast nebin, dê ev alozî li parçeyên din ên Kurdistanê jî belav bibe. Rojava mîna Fîlîstîna Kurdan e. Çavkaniya moralê gelê Kurd e. Em bi vî rengî nêzîkê Rojava dibin. Biçûk e, lê hêz daye hemû parçeyan. Ji ber ku Rojava parçeyê biçûke, parçeyên din ên Kurdistanê li pêşberî wê xwedî berpirsyariyan e, divê wê bi tenê nehêlin. Ji ber vê yekê, hevkariya di mijara Rojava de, wê bandoreke erênî li mijarên din jî bike. Eger di vê mijarê de pêşketinek rû bide, wê di mijara kongreya neteweyî de jî pêşketin derkeve holê.’‘

Karasu got Sûriya ku ji nûve tê dîzayînkirin divê demokrat be û wiha axivî: “ Cenevreya ku mafê gelê Kurd yê azadî û demokrasiyê qebûl bike wê di heman demê de bibe Cenevreya demokratîkbûna Sûriyê jî. Sûriya nû dikare li ser daxwazên demokratîk pêk bê. Ez dixwazim bi taybetî binê vê xêz bikim. Sûriyeya demokratîk bi çareserkirina pirsa Kurd û qebûl kirina statuya Kurdan ve girêdayî ye. Ger ku Kurd bi statuyê di nava Sûriyê de cih girtin, mecbûre Sûriye demokratîk bibe. Ji ber ku êdî Rojava welatekî demokratîk e. Welatekî azad e. Ger ku Rojava bibe welatekî demokrat, Sûriye mecbûre demokratîk bibe. Aliyek otorîter, aliyek jî demokrat nabe.”

Karasû destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî ew dixwazin gelê Kurd yekgirtî biçin Cenevreyê û nûnertiya şoreşa Rojava bikin û wiha axivî: “ Dema ku gelê Kurd yekgirtî çû civîna Cenevreyê hemû kesên tên wir mecbûrin ku xwe biguherînin. Wê Rojava ji bo Rojhilata Navîn asoyek nû vebike, zemîn nîşan bide, lez bide qezençkirinê. Em difikirin ku ger Kurd yekgirtî biçin Cenevreyê wê bi xwe re encamên bi vî awayî jî bînin.”

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim