1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. PDKê dest pê kir: Edhem Barzanî bû berpirsê devera Silêmaniyê
PDKê dest pê kir: Edhem Barzanî bû berpirsê devera Silêmaniyê

PDKê dest pê kir: Edhem Barzanî bû berpirsê devera Silêmaniyê

Hat zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi guhertin û reformê di nav xwe de kiriye.

A+A-

Di vê çarçoveyê de endamê Encumena Rêveberiya PDKê Edhem Barzanî wek berpirsê wê partiyê li devera Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

 

Rayedarekî PDKê derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got, PDKê dest bi guhertina rêveberiya partiyê kiriye û Edhem Barzanî wek Serokê Encumena Rêveberiya PDKê li Silêmaniyê destnîşan kiriye.

 

Wî rayedarê PDKê ku nexwast navê wî were eşkerekirin, got, Edhem Barzanî bi fermana Serok Barzanî ji bo vê erkê hatiye destnîşankirin û ev yek bi şêwra ligel Polîtburoya PDKê hatiye kirin.

 

Edhem Barzanî, roja 2ê Nîsana 2014 ji PDKê veqetiya. Wî dixwast partiyeke nû ava bike lê piştî ku bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir, roja 18ê vê mehê dîsa vegeriya nav PDKê û tevlî civîna vê dawiyê ya Encumena Rêveberiya PDKê bû.

 

Edhem Barzanî, ku pismamê Mesûd Barzanî ye, hefteya borî ji Rûdawê re gotibû, “Dema min biryar da vegerim nav PDKê ti mercekî min ê taybet nebû tenê min hinek merc danî pêşiya wan da ku ez bikarim di nav partiyê de xebat bikim…”

 

Edhem Barzanî derheqê xebata li Silêmaniyê de jî wiha gotibû, “Ez dixwazim bibim alîkarî ji bo çareserkirina arîşeyan ji bo vê jî ez amade herim dojehê jî. Her gava ku partî ji min bixwaze ezê bi şanazî biçim Silêmaniyê. Ez ji Silêmaniyê hez dikim û her roj pêwendiya min bi wî bajarî re heye…”

 

Li gorî rêziknameya PDKê, divê li her parêzgeheke Kurdistanê, encumeneke rêveberiya wê partiyê hebe û endamekî Polîtburoyê bibe serokê wê encumenê. Lê Edhem Barzanî tenê endamê Rêveberiya PDKê ye û endamê Polîtburoyê nîne.

 

Wî rayedarê PDKê derheqê vê yekê de jî got, ji bo çareserkirina vê arîşeyê, Edhem Barzanî dê destpêkê bibe endamê Polîtburoyê paşê dest bi karê xwe yê nû bike.

 

PDK li devera Silêmaniyê, piştî YNK (kesk) û Gorranê (nîlî) di rêza sêyem de ye. PDKê di hilbijartinên herî dawî de karî %10ê dengên wê parêzgehê bidest bîne. Vê gavê berpirsê PDKê li Silêmaniyê, Izedîn Berwarî ye ku xelkê Dihokê ye.

 

Hejmara endamên Encumena Rêveberiya PDKê, 50 kes in ku 15 ji wan endamên Polîtburoyê ne û ji aliyê Serokê PDKê ve tên hilbijartin.

Bu haber toplam 1636 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.