• Diyarbakır7 °C
  • Batman6 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa14 °C
  • Erzurum-6 °C
  • Ağrı-3 °C
  • Gaziantep13 °C
  • Hakkari3 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt9 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Pêla darvekirin û cezayên giran Rojhilatê Kurdistanê vedigre
27 Aralık 2013 Cuma 13:37

Pêla darvekirin û cezayên giran Rojhilatê Kurdistanê vedigre

Dadgeha bajarê Selmas ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo du girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Sabir Mamedî û Nezmîn Heyderî cezayê hepsa heta hetayê birî.

Dadgeha bajarê Selmas ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo du girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Sabir Mamedî û Nezmîn Heyderî cezayê hepsa heta hetayê birî. Tawana wan kesan hevkariya bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê hatiye ragehandin. Sabir Mamedî 38 salî û Nezmîn Heyderî 40 saliye û herdu xelkê gundê Dirîk a bajarê Selmasê ne.

ROJHILAT (Navenda Nûçeyan) - Hat ragihandin ku Sabir Mamedî kurapê Riza Îsmaîlî ye ku di çend mehên borî de di girtîgeha bajarê Selmasê de bi heman tawanê hate darvekirin. Li aliyê din li gor Ajansa Mukiryan News’ê sê hevwelatiyên Kurd yên bi navên Husên Zarêî, Fîroz Zarêî û Sîrwan Seîdî bi tawana ’’Propagandeya li dijî rejîmê’’ ji aliyê hêzên Ewlekariyê yên bajarê Urmiyê hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku di ragirtgeha Sipaha Pasdarên Bajarê Urmiyê de lêpirsîn li wan girtiyan hatiye kirin û 14 roj di ser girtina wan re derbas bûne.

Li gor agahiyên heman ajansê, roja Çarşemê Sîrwan Seîdî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê û Husên Zarêî û Fîroz Zarêî bo Girtîgeha Elmehdî ya Sipahê hatine veguhestin.
 
Herwiha dîsan di girtîgeha bajarê Urmiyê de, duh 26.12.2013’an 4 girtî bi tawana kuştinê hatine darvekirin.

Navê wan 4 kesan Mihemed Qizilbaş, Hîwa Mujdêhî,  Mihemed  Aqacanî  û Hesen Xebazî ye û ji 5 heya 10 salan bûye ku di girtîgehêde bûn.

Li gor agahiyên Ajansên Îranî  biryar bû duh hukmê darvekirina du girtiyên din ên bi navê Esed Meirûfî  û Mihemed Resûlî  jî bê cîbicîkirin lê bi lêborîn û lêxweşbûna  malbatên qurbaniyan her du girtî hatine efûkirin.

Li gor amarên fermî tevî hejmara darvekirinên  duh, di du mehên borî de 25 kes di girtîgeha bajarê Urmiyê de hatine darvekirin ku piraniya wan Kurd in.
 
Herwiha hevwelatiyê Kurd ê bi navê Bêhnam Mehmûdzade ku xelkê bajarê Bokanê ye ji aliyê hêzên ewlekariya bajarê Urmiyê ve hatiye girtin.

Sedema girtina Mehmûdzade wek hevkariya bi Partiyeke Kurd re ye ya li dijî rejîma Îranê, hatiye ragihandin. Bi wî awayî di sê mehên borî de 176 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatine girtin. 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim