1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Pênc hezar çekdar bi fermana Îranê li Sûriyê şer dikin
Pênc hezar çekdar bi fermana Îranê li Sûriyê şer dikin

Pênc hezar çekdar bi fermana Îranê li Sûriyê şer dikin

Hat ragihandin ku 5 hezar çekdarên şîe bi fermana Artêşa Pasdarên Îranê li Sûriyê mil bi milê rejîmê şer dikin. Li gorî malpera Elaf ya Erebî, Tabûra El-Quds a ser bi Artêşa Pasdarên Îranê fermandariya 5 hezar çekdarên şîe dike ku li Sûriyê şer dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 Herwiha Elafê eşkere kir ku pasdarên Îranê mehane 500 dolarî dide her çekdarekî ku di bin fermnana wê de li Sûriyê şer dike. Ew 5 hezar çekdarên ku ji çend grub û lîwayan pêk tên wiha ne:

- Grûba Ehil El-Heq, bi serkirdatiya Şêx Qeys El-Xezelî ku ji 500 çekdaran pêk tê.

- Ketîbeyên Hizbulla yên Iraqê, bi serkirdatiya Hac Haşim Ebû Alaa El-Hemdanî, ji 600 çekdaran pêk tê.

- Ketîbeyên Seiydet El-Şuheda, bi serkirdatiya Hac Ebû Mistefa El-Şêbanî, ji 400 çekdaran pêk tê.

- Tevgera El-Nuceba, bi serkirdatiya Ekrem El-KIebî, hijmara çekdarêm wê nediyare.

- Tabûra El-Waed El-Sadiq, bi serkirdatiya Hac Ebû Elî El-Necefî (Mihemed El-Temîmî), ku ji 2 hezar çekdaran pêk tê.

- Grûba Telaa El-Xuresanî, bi serkirdatiya Elî El-Yasirî ku ji 200 çekdaran pêk tê.

- Hêzên Şehîd Mihemed Baqir El-Sedir, bi serokatiya El-Hac Ebû Mehdî (Endezyar Cemal Ceafer), ji 300 çekdaran pêk tê.

- Lîwaya Ebû Fedil El-Ebas bi serkirdatiya Şêx Emced El-Bihdalî, ji 500 çekdaran pêk tê, herwiha wek grûba herî tundrew tê naskirin.

- Lîwaya Îmam Husên, bi serkirdatiya Ebû Şehid El-Cibûrî, ji 150 çekdaran pêk tê.

Li gor çavkaniyên wê malperê, hevahengiya dinavbera wan grûban de bi rêya du kesan ji balyozxaneya Îranê li Iraqê, Hac Muntezerî ku binavê Ebû Heyder tê naskirin û Axa Mehdî yê ku ligel balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danaîfer kar dike, tê kirin.

Herwiha ev grûbên han fermana xwe ji fermanderê Hêzên Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî werdigrin.

Hêjayê gotinê ye mixalefeta Sûriyê Îranê bi wê yekê tohmetbar dike ku alîkariya rejîma Esed di kuştina hevwelatiyên Sûriyê de dike, lewma heta niha ne mixalefet û ne jî welatên ku piştgiriya wê dikin mîna Amerîka, Fransa û Siûdiyê red dikin ku Îran Beşdarî konferansa çareserkirna krîza Sûriyê Cenevre-2 bibe, ku biryar e di 22’ê vê mehê de bê lidarxistin.

 

Bu haber toplam 599 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.