Pereyê qurbanan ji Rojava re dişînin

Pereyê qurbanan ji Rojava re dişînin
Gelek welatiyên Erdîşê diyar kirin ku ew ê di Cejna Qurbanê dê qurbanan serjênekin û pereyên qurbanan ji bo alîkariya Rojava û Şengalê teslîmî komîsyona ku alîkariyê berhev dike kirin.

WAN -  Welatiyan anîn ziman ku bexwedêrên ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin rûmeta gelê kurd in û banga xwedîderketna li Kobanê li her kesî kirin.


Li Parka Zîlanê ya navçeya Erdîşa Wanê bi pêşengiya DBP û HDP'ê konê alîkariyê ya ji bo Rojava û Şengalê hat vedan û gelek welatî alikariyên xwe teslîmî berpisyaran dikin. Gelek welatiyên Erdîşê pereyên qurbanan ji bo alîkariya Rojava û Şengalê teslîmî berpirsyaran kirin. Welatiyan diyar kirin ku bexwedêrên ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin rûmeta gelê kurd in û banga xwedîderketna li Kobanê li her kesî kirin.

'Gelê me li wir bêçare ne'

Welatiyê bi navê Adem Karaca diyar kir ku ew çûye ser sînor û bi çavên xwe rewşa gel dîtiye û got ku gelê Erdîşê erdhejeke mezin jiya û ji ber vê yekê rewşa gelê Kobanê yên koçberbûna baş fêm dikin û wiha axivî: "Gelê me yên li wir bêçare ne. Ez çûm wir û min bi çavên xwe mexdûriyeta wan dît. Tiştên ku me li erdheja vir jiya niha ew jî li wir dijîn û ew ji vê bêhtir dijîn. Ji ber vê yekê min destê xwe danî ser wijdanê xwe û biryar da ku ez li cem wan bim."


'Dibe ku ev şer sibe were vir'

Dalih Ergîn jî diyar kir ku li hemberî me çeteyên ku êrîşî destkeftiyên kurdan dikin hene û wiha pêde çû: "Îro êrîşî Rojava dikin dê sibe êrîşî vir bikin. Divê em vê yekê baş zanibin ku bêtehemuliya çeteyan a li hemberî kurdan heye. Niha Roj roja biratî û yekîtiyê ye. Divê em bi hemû derfetên xwe li cem gelê Rojava cihê xwe bigirin."


'Erdhejzede li cem gelê Kobanê ne'

Serokê DBP'a Erdîşê Ahmet Akmaz ku di nava komîsyona alîkariyê de cih digire anî ziman ku her roj drama mirovahiyê li Kobanê tê jiyîn û wiha axivî: "Ger ku tiştên li Kobanê diqewimin li Erdîşê biqewimiya, gelê wir dê ji bo me sefer bibana. Mînaka vê yekê di dema erdhejê de me dît. Ligel ku xîzanin jî bûkên Kobanê ceyîza xwe ji bo alîkariya me ji me re şandin. Ew bi dilê xwe re bi me re bûn."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.