• Diyarbakır10 °C
  • Batman7 °C
  • Mardin15 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum-8 °C
  • Ağrı-11 °C
  • Gaziantep14 °C
  • Hakkari3 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt10 °C
  • Van4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Pergala aboriya Ciwakê bi xweseriya demokratîk gengaz e
06 Ocak 2014 Pazartesi 12:22

Pergala aboriya Ciwakê bi xweseriya demokratîk gengaz e

Endamê Komisyona Rêvebiriyên Heremî û ekolojiya KCD'ê Şehbal Şenyûrt li hemberê modernîteya kapîtalîzmê, ekolojiya aboriyê wek alternatîfek dibîne û derheqê model ekolojiya aboriyê dê wiha axivî: "Modela ku em didin pêşiya gel jiyanek azad esas digre.

AMED -  Kapîtalîzm keda mirov di nav sermaye û kara xwe de dihelîne. Çavkaniyên cîhanê iro di destê komekî pîçûk de winda dibe. Bi milyonan mirov li hemberê qirkirina xweza û çavkaniyên rûyê erde bisekinîn jî, dagirkirina xweza û koletiya li ser mêjî û bedenên mirov hê jî didome. Endamê Komîsyona Ekolojiya KCD'êŞehbal Şenyûrt diyar kir ku di pergala kapîtalîzmê de ked nirxa xwe winda kiriyê û wiha got: "Pergal bi awayeki ciwakî û derûnî propagandaya  wek "Mirov bi xizmet girtinê xwe bilind dike û digîhîjîne asteki" tîne ziman. Heke em jiyanek komûnal avabikin an jî potansiyel û hêza mirov derxin holê divê bi têkiliyên komûnal ev jiyanê pêk bînin.  Dixwazim mînakek  bidim, heke em awahiya bînayek  çêkin; yek jê hosteyê kevir, yê din binesaziya awahiyê, yê din di dekorasyona hûndir de zanebûna wî heye.  Divê ev qadên cûda cûda bînin cem hev û tarzekî komûnal an jî îmeceyî bi rê ve bibin. Pergala kapîtalist li hemberê komûnaliteyê, awahiyên amade dide pêşiya te. Tiştên ku keda mirov tê de tûne be, nirxa wî tûne ye. 

'Ji mantiqa ekonomiya kapîtalîzma modernîteyê dûrketin bi paradigmaya ekolojiyê gengaz e'

Şehbal Şenyûrt anî ziman ku polîtîqayên ekonomiyê û polîtîqayên ekolojiyê hevpar, pir girîng û pir watedar in û wiha axivî: "Paradigma me ya ekolojiyê bi xweza û bi tevî mirovan re bi hev re tevgerî  esas digre. Heta niha polîtîqayên pergalê ku spartiye me mixabin li ser tûnekirina û talankirina xwezayê ye. Her tişt di xizmeta kapîtalîzmê de ye. Ji xwe ji dîrokê vir de kapîtalîzm hem mirov hem jî xwezayê wek tiştan digre dest û gor berjewendiyê xwe nêzê mirovatiyê dibe. Armanca ya kapîtalîzma ya sereke sermaye û kara wî ye. Ekonomî li ser pedîviya mirovan ava bibe, wê demê bi wate dibe. Birêz Abdullah Ocalan gava ku di çarçoveya moderniteya kapîtalîzmê de ev tişt digre dest wek ekonomîzmê bi nav dike. Ji mantiqa ekonomiya kapîtalîzma modernîteyê dûrketin bi femkirina paradigmaya ekolojiyê mimkûn e. Bi kurtayî dikarim vê ya bibêjim. Mirov bi pêwistiyê xwê bi xwezayê re giredayî ye. Ev pêwistî xwezayi ye û mirov azad digre dest. Lê kapîtalîzm pêdiviyên sûnî dide pêşiya mirov. Minak di bin navê konformîzmê de gelek tişt pêşkeşê mirov dike. Çanda mezaxê dike nav civakê. Jiyanek wiha dispêrê me. Di nav jiyana ekolojiyê de divê em zanibin pêwistiyên me çiye. Divê em pêvistiyên ji bo jiyanek azad, aram û şad tespît bikin. Heke her tim di nav hewldanek û xebatek de bin em dikarin rê û rêbaz ekonomiya kapîtalîzmê bigûherînin."

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim