Pêşmerge dest bi operasyona kontrolkirina Beşîr kir

Pêşmerge dest bi operasyona kontrolkirina Beşîr kir
Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê ji 3 aliyan êrişî çekdarên DAIŞê kirin.

 

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Beşîrê Serhed Qadir ji Rûdawê re got, îro danê sibê seat 05.00ê Hêzên Pêşmerge ji 3 dest bi operasyona kontrolkirina gundê Beşîr kirin.

Serhed Qadir diyar kir ku Hêzên Pêşmerge ji aliyên Mezraya Dewle, Til Ehmed û rêya Beşîrê êrişê çekdarên DAIŞê dikin û  çekdar bi qenasan şerî dikin.

Qadir herwiha got, enê bombe û mînên ku DAIŞê danînê li pêşketona bilez a Hêzên Pêşmerge dibin astengî.

Gundê Beşîr mezintirîn gundê sînorê Kerkûkê ye û 25 kilometreyan dûrî Kerkûkû ye li aliyê başûr ve. Gundê Beşîr di sala 2014an de ketiye deste DAIŞê û wê heyamê 1800 mal têde hebûn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.