Pêşmerge pê hesiyan, balafirên şer jî wêran kirin!

Pêşmerge pê hesiyan, balafirên şer jî wêran kirin!
Balafirên şer li rojavayê Kerkûkê li çekdarên DAIŞê dan. Fermandeyê Pêşmerge li wê deverê jî dibêje, di wê êrişê de derbên giran li DAIŞê ketin.

 

 

Îro danê sibê balafirên şer li rojavayê Kerkûkê bi tundî li DAIŞê dan.

 

Derheqê wê êrişê de fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re got, balafirên şer li gorî agahiyên ku hêzên Pêşmerge dabûn wan, li çeper û tunêlên DAIŞê dan.

 

Kemal Kerkûkî da zanîn, balafiran 11 mûşek li wan dan û di encamê de tunêl û çeperên DAIŞê li wê deverê wêran bûn, gellek çekdar jî hatin kuştin.

 

Wî fermandeyê Pêşmerge diyar kir ku çekdarên DAIŞê dixwazin bi veşartî êrişî çeperên Pêşmerge bikin lê tîmên îstixbaratê yên Pêşmerge beriya wan pê dihesin, Pêşmerge jî tedbîrên xwe digirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.