1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Petrola Kurdistanê bêyî Bexdayê nayê şandin’
‘Petrola Kurdistanê bêyî Bexdayê nayê şandin’

‘Petrola Kurdistanê bêyî Bexdayê nayê şandin’

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz da zanîn ku İraqê derbarê gaza xwezayî de biryar daye destpêkê elektrîka xwe çêbike û piştre hinarde bike û got: ‘‘Em wiha difikirin ku gaza ji wir were li hemû Tirkiyê xerc bikin.’‘

A+A-

ENQERE -  Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz beşdarî bernameya Têlevîzyona Haberturkê bû û derbarê mijarên di rojevê de wek hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û kirîna gaza xwezayî ji İraqê agahî dan.

Yildiz li ser pirsa petrola petrola Herêma Kurdistanê ku biryar e bo bazara navteweyî bê şandin got: ‘‘Berpirsyariyên hemû aliyan hene. Her kes neçar e ku li gor berpirsyariya xwe tevbigere. Eger petrol ji Iraqê derbikeve, em ê wê petrolê bişînin derve. Çiqas derbikeve em ê ew hewqas bişînin. Petrola Iraqê bermîlek jî bêyî Bexdayê nayê hinardekirin.’‘

Yildiz diyar kir ku ew petrolya Iraqê ye û wiha axifî: ‘‘Bakur, başûr ferq nake. petrol çiqas derbikeve diyar e. Bihayê wê Bexda destnîşan dike. Em petrola ku tê Ceyhanê depo dikin. Petrola ku hatiye Bendera Ceyhanê nêzîka 400 hezar bermîl e. Tirkiye li ser soza xwe disekine û bi cih tîne.’‘ 

 

Bu haber toplam 547 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.