1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ’Petrola Kurdistanê rêgirê erêkirina budçeyê ye’
’Petrola Kurdistanê rêgirê erêkirina budçeyê ye’

’Petrola Kurdistanê rêgirê erêkirina budçeyê ye’

Wezareta Darayî ya Îraqê sedema erênekirina budçeya giştî ya Îraqê bi pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û İraqê yên li ser şandina petrola Kurdistanê ve girê dide.

A+A-

 (Navenda Nûçeyan)

BEXDA -  Li gor rojnameya Sebah a nîv fermî, Wezîrê Darayî yê Îraqê, Sefaedîn Safî ragehand ku di rojên dahatu de civîneke girîng di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqê de ji bo bidawî anîna pirsgirêkên şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêve diçe.

Safî wiha dibêje: ‘‘Hikûmeta Kurdistanê ji bo cîbicîhkirina budceyê ji Îraqê garantiya pêbendbûna bi babetên hiquqî ve xwestiye ku bi awayekî dadwerane û rast be û divê Îraq tevahiya pereyên petrola Îraqê di sindoqa geşepêdana Îraqê ya li Amerîkayê razîne.’‘

Petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyekê ji bo Tirkiyê û ji vêderê jî bo welatên Ewropayê tê veguhestin. Hikûmeta Îraqê berê li ser şandina petrola Kurdistanê bi awayekî serbixwe bo derve nerazî bû, lê piştre ji gotinên xwe poşman bû.

Bu haber toplam 565 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.