1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Pira dîrokî şahidiya qirkirina Ermeniyan dike!
Pira dîrokî şahidiya qirkirina Ermeniyan dike!

Pira dîrokî şahidiya qirkirina Ermeniyan dike!

Li mewkiya gundê Holê bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve pira dîrokî ya bi navê Pirekurtê di bin avê de dirize.

A+A-

ÊLIH - Li çoltera gundê Holê bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve pira dîrokî ya bi navê Pirekurtê di bin ava bendava Êlihê de dirize û bi rûxandinê re rû bi rû maye. Pira ku bi sedsalan e hatiye avakirin dîroka wê nayê zanîn û piştî salên komarê bi rêbazên modern hatiye nûkirin. Pira ku bi tavahî ji kevirên dîrokî hatiye çêkirin, piştî hatiye bi hêzkirin ji teşeyê xwe resen hatiye derxistin. Pira dîrokî sînorê navçeya Farqîna Amed û navçeya Hezo ya Êlihê digîhîne hev. Piştî ku bingeha bendava Êlihê di sala 1986’an de destpêkiriye û di sala 1999’an de ava wê tije bûye, pir di bin ava bendavê de maye. Pir, di demsala payîzê de bi kêmbûna ava bendavê re derdikeve holê û tê diyar kirin ku ev bermahiya dîrokî bi afarindana feraseta kapîtalîst re ketiya nava têkoşînê û tê texrîpkirin. Bendên pirê, li ser çemê ku ji geliyê Sasonê di herike li ser newala kûrahiya bi 30 metreyan hatiye avakirin. Pir, piştî ku ji sala 1999’an vir ve di bin avê de dimîne, nêzî Pirekurtê pirek modern a nû hatiye avakirin. niha ev pira nû riya bejahiyê ya di navbera gundên Farqîn û gundên Hezo yê de digîhîne hev. 


Pir, şahidiya qirkirina Ermeniyan a 1915’an dike

li gorî welatiyên li gundê derdora pirê dijîn, didin zanîn ku pir ji taybetmendiyê xwe mîmarî û dîrokî hatiye dûr xistin û şahidiyê ji bûyerên dîrokê re dike. Welatiyên ku didin xuyakirin pira ku ji dîroka xwe hatiye dûrkirin tiştekî xeletiye. Tê zanîn ku pir, wek cihê di qirkirina Ermeniyan a di sala 1915’an de pêk hatibû Eremeniyên bi komî hatine qetilkirin li derdora pirê pêk hatiye. Heftiyên bihûrî de li ber pirê ku wek Goristan Ermeniyan tê zanîn, ji aliyê defînevanan ve hatibû texrîp kirin û gorên Ermeniyan hatibû wêrankirin. 

Bu haber toplam 729 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.