1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Pira navbera Kerkûk û Bexdayê hat hilweşandin
Pira navbera Kerkûk û Bexdayê hat hilweşandin

Pira navbera Kerkûk û Bexdayê hat hilweşandin

Pira sereke ya navbera Kerkûk û Bexdayê bi teqandina TNT’ê hat hilweşandin. Ji ber xirabûna pirê, rêya sereke hat girtin û hêj girtî ye.

A+A-

HEWLÊR– Pira sereke ya navbera Kerkûk û Bexdayê saet di 03.00’an bi teqandina TNT'ê hat hilweşandin û rê hat girtin. Ji ber xirabûna pirê, qerebalixiyek mezin li ser rê çêbû. Çavkaniyeke ewlekariyê ji nahyeya Amirlî ya Xurmatî, ji PUK media re wiha got: “Teqîn bi rêya TNT ya berê hatibû bi cih kirin, di bin pira Serhedyan a li gundê Meftulî ya girêdayî nahyeya Amirlî de hat teqandin. Ev pir rêya sereke ya navbera Kerkûk û Bexdayê bi hev ve girêdide.”

Ji ber teqînê girseyek mezin li ser rêya Kerkûk-Bexda çêbû. Piştî teqînê rê li trafikê hat girtin û rê hêj girtî ye. Heman çavkaniya ewlekariyê diyar kir ku otomobîlek 5 kes di nav de, li xaleke kontrolê ranewestiyaye û ketiye nava wê pirê, ji ber vê jî kesên di nav de birîndar bûne. Navçe, di bin kontrola hêzên operasyona Dîcle yên girêdayî serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de ye. 

 

Bu haber toplam 497 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.