Pirên hilawistî yên du aliyê Munzurê digihîne hev

Pirên hilawistî yên du aliyê Munzurê digihîne hev
Dersimiyên bi çemê Munzurê cografyaya wan a çiyayî dike du beş ve weke jiyana wan bûye yek, astangiyên ku ev ava xwezayî ya bêhempa derdixe jî bi pirên hilawistî ku bi derfetên xwe ve çêkirine ji holê radikin.

 

DERSIM  -Çemê Munzurê ya Dersimê ku bûye mijara destan û stranan bi reng û ya zelal ve kesên ku dibîne sermest dike, parçeyeke girîng a welatiyên Dersimê ye. Munzur a ku navê wê bi Dersimê re bûye yek wekî ku bajar dike du parçe û diherike. Welatiyên bajar jî li ser vî avê bi pirêh hilawistî yên bi derfetên xwe ve çêkirine diçin û tên.


Di 2004'an de hate çêkirin

Pira Şorşveng di 20047an de ji aliyê 12 welatiyên ku ji wan 8 birayên ji malabat Eroglu ne yên li Doe Lîlo dijîn ve hatiye çêkirin. Pira hilawistî ku 30 metre ye û li ser çemê Munzurê hatiye çêkirin bi tevahî ji daran ve hatiye çêkirin.

'Me bi derfetên xwe ve çêkir'

Devrîm Eroglu (43) ê çêkirina pirê vegot diyar kir ev pir ji aliyê 12 kesan ve di 2 rojan de hatiye çêkirin û malzemeyên ku berê hatine amadekirin ve hatiye çêkirin. Eroglu got ku pir bi derfetên xwe ve çêkirine û wiha axivî: "Tevir, ber û biviran ve me çêkir. Me li vir gel êş dît û gelek zehmetî kişand. Em birçî man lê me li ber xwe da. Me ev pir bi derfetên xwe ve çêkir. Munzurê li aliyeke li dijî şer dikir li aliyê din vî wekî Xizir digihîşt hawara me."

Pirên hatine çêkirin welatî bi kar tînin û ji bo pîknîkê dema derbasî aliyê din dibin bi kar tînin û wesayîtên gundan jî ji vir derbas dibe. Eroglu bilêv kir ku wesayîtên ku giraniya wan diyar in ji vir derbas dibe û wesayîtên giran nikarin derbas nabin û mecbûr dimînin ji çem derbas bibin.

Eroglu da zanîn ku dema ku biharê berf dihele ava Munzurê zêde dibe ji ber vê yekê jî pira zirarê dibîne, dema ku havînê av kêm dibe jî careke din tamîr dikin. Eroglu da zanîn ku dema berf dibare wesayît nikarin li ser pirê derbas bibin û pira beton a 2011'an de hatiye çêkirin û 20 kîlometre dur e bi kar tînin.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.