1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Pirsa ewlekariyê giring e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Pirsa ewlekariyê giring e

A+A-

Piştî bûyera nû li Iraqê ku, "Dewleta Iraq û Şamê" êrîş bir ser Musilê, dest danîn ser dîplomatên Turkiyê, Emerîka nerazîbûna xwe anî zimên. Wekîlê Serokê Emerîka Joseph Biden, di axaftina bi serokwezîrê Turkiyê Erdogan re, qala hevkariya hêzên ewlekariya Iraqê û pêşpergeyan kir. Kêfxweşiya xwe ji bo berdewama hevkariyê anî zimên. Paşê hêzên Kurda ketin Kerkûkê, kontrola bajêr xistin destê xwe û xewnek ji ya kurda bi cî anîn.


Partiyên siyasî yên netewî dê bi biryarên nû werin hemberî hev. Divê, heta ji wan bê xeta aştiyê bigrin û provake nebin. Di biryarên xwe de, daxwaziyên xelkê jî esas bigrin û kurûdûr hizir bikin. Rewşa siyasî li ber çawa bigrin û gavan li gorî berjewendiyên netewî bavêjin.

Tirsa min ew e ku, bala hêzên çekdar yên netewî zêde bi bûyerên li Iraqê û herêma Kurdistanê bê girêdan. Divê neyê jibîrkirin: Bi qasî li başûr, destketiyên li rojavayê welêt û parastina wê jî giring e. Ji aliyê stratejîk ve parastina rojava dijwartir e. Lewma xurtkirina ewlekariyê li rojavayê Kurdistanê pirsek giring e.

Bi taybetî, pêdivî bi modernkirina teknîk û şêweyê xebata istixbaratê li başûr û rojavayê welêt heye. Avakirina "komên brûskî" li hemberî planên neyênî, pirsek esasî ye. Ji bo parastina hemwelatiyan, hêzên netewî û peydekirina jiyanek bi aram di nava aştiyê de, profesyoneliya guhdarîkirin û raçavkirina planên xerap  şert e.

Divê bihênim bîra partiyên netewî: Pir giring e ku, hêzên netewî rapora "Koma Navnetewî ji bo Mafê Eqaliyetan" cidî bigrin. Qalkirina, "xetera jenosîdê li rojava" jibîr nekin. Tedbîrên xwe xurtir bikin û şiyar bin.

 

 

 

Bu yazı toplam 490 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.