1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Pirsa parastina rojnamevanên li eniyên şer
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Pirsa parastina rojnamevanên li eniyên şer

A+A-

Rêgirtina ragihandinê, revandin û kûştina rojnamevenan bi awayek hovane bi destê "IS"ê -Dewleta Îslamî, bala raya giştî kişand ser pirsa parastina rojnamevanên li eniyên şer.

Îro li gelek deverên cîhanê şer heye, didomin. Dema şer giran dibe, zext û zilma li kesên sivîl û bêsuc têne kirin, bûyerên mîna dest avêtina jin, pîr û zarokan, zîndanîkirin, kûştina xelkê û pêlkirina mafê mirovan gelek caran sergirtî dimîne. Rastî têne veşartin. Surgun û talankirin dibe beşek ji jiyanê.

Desthilatdar, raçavkirina herêmên şer, bi şêweyên cewaz ji ber rojnamevanan digrin. Medya yekalî, nûçeyan li gorî dîtin û berjewendiyên xwe belav dikin. Sucdar dibin leheng. Derew û rastî têkilav dibe.

Di demên wisa de, pêwîstî bi rojnamevaniya bê alî û dengê rastiyê heye. Rojnamevan, sînorên tirsê derbas dikin, bi dizî anjî eşkere diçin wan welatan û rastiyê dihênin zimên. Wêneyên wan ji Wîetnam, li Efrîka Başûr û Helebceyê nikarin bêne jibîrkirin. Bûne şahidê hovîtî û rastiya şer. Derewên desthilatdaran derêxistin holê. Lewma bi vê helwesta xwe ya însanî û meslekî dibin hedef ji aliyên şer re. Rojnamevan têne girtin, zîndakîrin, revandin û kûştin. Li gorî raporek "UN"ê- Netewên Yekbûyî, di salên 2007-2012 an de 430 rojnamevan hatine kûştin.

Li ser pirsê parêzer û serokê Komîsyona Navnetewî ya Hiqûqnasan li Swêdê Thomas Olsson û rojnamevanê Swêdî li hepsa Etopyayê girtî mabû, Martin Schibbye beyanek hevbeş bi navê "Azadiya Çapemeniyê" di rojnameya DN ya Swêdê de belav kirin û bala raya giştî kişandin ser rewşa rojnamevanan. Dîtinên xwe wisa anîne zimên:

"Kûştina James Foley ji aliyê "IS"ê û êrîşên dawî li dijî rojnemavan, protesto û rûreşkirina wan ji aliyê raya giştî pirsgirêkê çaraser dike, an na?
Pir eşekere ye ku, hêzên terorî yên mîna "IS" dê herdem peyde bibin. Divê bê ceze nemînin û cezeyên gunehên xwe bikşînin. Lê cezeyên wisa dê karîbe rê li ber kûştina rojnamevanan bigire?
Di qonaxa em tê de ne, rojnamevanên li navçeyên şer xebatê dikin, mîna xebatkarên "Xaça Sor" ne di bin parastina "Hiqûqa Navnetewî" de ne. Weke şexsên sivîl têne hesêp. Dema bêne kûştin, cezeyê wê ne giran e. Ne bin şemsiya parastinê ya peymanên navdewletî de ne.

Pêwîsitiya rojnamevanên li êniyên şer, bi parasatina hiquqî heye. Giring e ku, qanûnên hene, di çarçoveya "azadiya çapemeniyê" de, ji nû ve bêne formûlekirin û xurtkirin. Bibin beşek ji peymanên navnetewî. Divê kûştina rojnamevanan ne weke qetlek normal, lê belê weke gunehkariya li dijî mirovahiyê bê dîtin û gunehkar weke "Sucdarên Şer" bêne dadgehkirin û mehkûmkirin. Wê demê dê hêzên mîna "IS"ê nikarîbin bi hêsanî rê li ber ragihandin û xebatên rojnamevanan bigrin û wan bikûjin.

Divê welatên demokratîk bê helwêst nemînin, pirsê bibînin, bihênin rojeva "UN"ê- Netewên Yekbûyî û rojnamevan, bi peymanên navnetewî bên parastin."

 

Bu yazı toplam 811 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.