1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Pirsgirêkên medya civakî û pîvanên exlaqî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Pirsgirêkên medya civakî û pîvanên exlaqî

A+A-

 

Medya civakî, taybetî jî facebook, di jiyanê de rolên erênî dilîze. Bi niqaşên rengîn dost û nasan nêzî êkûdu dike. Hevaltiyên nû, endametî û beşdarbûna platformên cewaz re mirov pêş dikeve.

Gazin, rexne, tirs û şikên ji medya civakî pir in. Nivîsên belav dibin, bi mafê kes û azadiya çapemeniyê têne girêdan. Lê ev maf çine, hêdî hêdî, piştî hêlên neyênî derdikevin holê pê de, tên rojevê.

Li gorî agehdariyên li ber dest in, li gelek welatan qanûnên hene bersiva jiyana nûjen nadin. Endamên medya civakî, maf û azadiyê ne di çarçoveya pîvanên hiqûqî, lê li gorî dîtinên şexsî şirove dikin. Lewre bi zanabûn an nezanî, heqaret li kes, netewe û baweriyan tên kirin. Di encamê de jin, zarok û ciwan ji hêla fizîkî û psîkolojîk nexweş dikevin.

Di netê de, komek din î pir taybetî heye. ”Tolazên netê”, binavkirinek li gorî wan e. Du beş in, en ku karê xwe seyidavniya jin û keçên ciwan in. Bi name û nivîsên xwe wan ne rehet dikin. Beşek jî, bi taciriya cinsî mijûl in.

Ji teref hinek endamên normal, taybetî jî ciwan û kesên polîtîk, wêneyên şer, mirovên serjêkirî, agehdariyên şaş, spekulasyonên cewaz, sixêf û çêrên ji kes, bawerî û netewan re, tên belav kirin. Şiroveyên derbarê rastî û şaşiyên van kesan, hişk in û rê li ber çareseriyên mantiqî digrin. Dawîhanîna hevaltiya hinek ji wan kesan alîkariyê nake, bi navên nû armancên xwe dîsa bi cîh dihênin. Ez ji tecrubeyên xwe zanim û taybetî ji gazinên hevalên jin serwext dibim ku, hejmarek kes ji ber nivîsên xwe, hatine biçûkirin. Ji wan re tehdît, çêr û xeberên nexweş nivîsî ne. Pêwîst e em li ser van şaşiyan kur bibin.

Kompîtur û internet, ji hêla teknîkê pêş dikeve, li mal, cihê kar, dibistan û telefonên me de, bûne hêlek ji jiyanê. Beşek baş ji wextê me, bi mijûlahiya wan derbas dibe. Dema rewş wiha be, bi qasî aliyên baş, em ê bi ên neyênî jî bêne hemberî hev. Divê em van pirsan ji xwe bipirsin û li bersivan bigerin: Gelo jin, zarok û ciwan dê xwe ji heqaret, fen û xeterên cinsî çawa biparêzin? Biçûkirinên li ser netê dibin, çawa dikarin kêmtir bibin?

Bersiva pirsan ne hêsan e. Teknîk pêş dikeve û medya civakî jî pê re tê guherîn. Lê ji hêla hiqûqî ve, qanûnên çapemeniyê kevn in, giştî ne û bersiva îro nadin. Heqaretên li ser netê ku bi plan dibin, ên mexdur nexweş dixînin û sucdar bê ceze dimînin. Ji awira cinsî ve, biçûkxistin û tolazî piralî dihên pê. Beşek jê yekser bi bazara cinsî ve girêdayî ye. Lê mecalên polîsî û hiqûqî têr nakin ku rê li ber bê girtin.

Pêşketinên erênî jî hene. ”Friend” li Swêdê saziyek însanî ye, li dijî biçûkirina zarok û ciwanan bi riya internetê, taybetî jî medya civakî, kar dike. Bi perwerdê, civîn û şêwirmendiyê civatê şiyar dike. Bi piştgirên xwe re dengên xwe li dijî neheqiyan bilind dikin. Sazî, li dibistanan li ser pirsê diaxive, zarok û ciwanan, di çarçoveya mafê nivîsîn û belavkirinê, nivîsên çewt û mafên wan ên hiqûqî ronî dike. Her sal li ser mijarê lêkolînan dihêne pê û weke raporên salane pêşkêşî saziyên fermî û civakî dike. Bi vê yekê, saziyên sivîl û fermî derbarê xeterên netê dibin xwedî agehdarî.

Rapora 2016 an a saziya ”Friends”ê, heqaret û biçûkirina bi riya medya civakî dibin, bingeh girtiye. Dixwazim ji raporê, balê bikşînim ser niqteyên giring. Li gorî ankêt û hevpeyvînên bi 1015 zarok û ciwanan re bûne: . Di salekê de, ji sê zarokan yek jê, mexdurê biçûkirina netê bûye. . Ji her deh zarokan sisê bawer dike ku bi rêya netê, heqaretên neteweperestiyê dibin. . Tenê ji % 55 ê zarokan heqaret û biçûkirina li dijî xwe ên li ser netê, ji malbatên xwe re eşkere kirine. . Di sala dawiyê de her ji sê qîzan yek jê pêrgî heqaretên cinsî hatiye.

Eşkere ye ku zarok û ciwan, bi taybetî keç, li mal, kolan û dibistanan bi xeterên netê re tên hemberî hev. Pisporên pirsê, raçavkirina çalakiyên zarokê di netê de pêşniyaz dikin. Ne taqîbata dizî, lê hevkariya bi zarokê re, baweriya bi dêûbav û niqaşên eşkere encamên erênî didin. Şopandina malperên dixwînin, kontrola mesaj û e-nameyan giring in. Hevkariya bi dibistanan re û ceribandina riyên hiquqî jî divê neyên jibîrkirin.

Li gelek welatan xebata guherîna qanûnan dest pê kiriye. Niqaş piralî dibin. Tedbîrên polîsî re, saziyên civakî mîna Friends bi rola xwe radibin. Civat li ser mafê kes û azadiya çapameniyê tê ronîkirin. Baş e, em, endamên normal ên medya civakî ku carna dikarin hêrs bibin, dikarin çi bikin?

Divê toleransa nav me zêdetir bibe. Cudatiya fikir, dewlemendî bê dîtin. Rexneyên me bi pîvan bin. Tiştên têne belavkirin, bandorên neyênî, ji hêla rûhî û fizîkî li zarok, ciwan û jinan nekin. Li dijî tacîrên cinsî yekdengî hebe. Dijmin be jî, di şûna çêr û xeberên nexweş, zimanek bi pîvan bikar bihênin. Em ji provakeyên ku, hêzên kurda bihêne hemberî êkûdu, xwe dur bigrin.

 

Bu yazı toplam 7778 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.