1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Piştî 27 salan dengdayîna pêşî li derveyî welêt
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Piştî 27 salan dengdayîna pêşî li derveyî welêt

A+A-

Ez roja yekşemê, ji bo dengdanê, bi zarokan re, piştî 27 salan çûm ser sindoqê. Biryar û dana mafê dengdanê ji bo hemwelatiyên li derveyî welêt, erênî ye û nû ye. Hebûna kêmasiyê û qelsiya di rêkûpêkiya karê nû de, heta radeyekê tê fêmkirin. Li şaşiyên ecêp, nayê pejirandin.

Sefareta Turkiyê li Swêdê, bi Saziya Hilbijartinê a Turkiyê re, biryara roja hilbijartinê, 31 gulanê, tenê li Stockholmê, Fuara Kistayê, saet 10.00-19.00 dabû. Rojek, saetên bi sînor, li navendekî û bi hezaran dengdêrên li bajarên cewaz dijîn. Biryara sefaretê şaş bû. Lewma, heta roja hilbijartinê jî, pirs di medya Swêdê de bû cihê niqaşê. Ji sefaretê hat xwestin ku, li çend bajaran, roj û saetên cewaz de bibe.

- Rojek bes e û hemwelatiyên dilê wan bixwaze, dikare plan bike, were Stockholmê û dengê xwe bide, gotibû.

Li Swêdê qala 36 hezar dengan tê kirin. Ji wan, 8 hezar kes beşdarî hilbijartinê bûn. Ev jî nîşan dide ku, biryara sefaretê şaş bû. 28 hezar deng nehatin bikaranîn, beşek mezin, mecalên xwe û hatina Stockholmê tune bûn.

Kurda, bi taybetî HDP amadekariyek baş kiribû. Bi riya telefon, medya, e-post, name, afîş, niqteyên hevdîtin û ronîkirinê li taxan, xelk dihat agehdar kirin. Ji aliyê turka, bêhtir, roja hilbijartinê çûn û hatina zêde xuyanî dikir. Tê gotin ku, li Swêdê jî nakokiya nav cimet û Erdogan dê bandorê li dengên AKP ê bike. Beşek ji dengên turka dê biçe ji CHP û MHP ê re.

Kurda cihê hilbijartinê kir meydana dawet û şahiyê. Dahol û zirne heta saeta dawiyê lê da û xelkê dîlan dikşand. Xwarin û vexwarin li mêvana hate belavkirin. Ji bo ku mesrefa wan kêmtir bibe, otobûs hatibûn kirê kirin û xelk bi hev re, timobîlên taybetî berê xwe dane Stockholmê. Li hemberî hîle û fenên dewletê, dengên çûne ji HDP ê re, ji xelkê hat pirsîn û jimartin. Li gorî agehdariyên ji dostekî nêz, dengên garantîkirî 5700 lib in. Anku ji dengên hatine bikaranîn, 8090 î, 5700 deng çûne ji HDP ê re. Bi şêweyekî din ku mirov bihêne zimên, kurda ji % 72 deng bidest xistine. Ev jî serkevtinek mezin e.

Dengê min, mîna hinek kesên din, bû qûrbana şaşiya sefîr û saziya hilbijartinê. Ez ji 1988 an ve li Swêdê dijîm. Ji bo wekalet dayînê, çend caran çûme konsolosê turka. Li gorî wan (!), rast e, ez li derveyî welêt dijîm, lê welat û navnîşana min, ne diyar bû. Mafê dengdanê, tenê li balafirxane, an li sînoran hebû. Ne tenê ez bibûm qûrban. Qala du kesên din hat kirin. Herdu jî xwediyê du hemwelatiyan, Turkiyê û Swêdê bûn. Mafê dengdayîna yekî li Kopenhagenê û yê din li Wîyanayê derket.

Çîroka min û saziya hilbijartinê wiha bû. Mirov nizanê, pê bikene, an hêrs bibe.

 

 

 

Bu yazı toplam 607 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.