1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Piştî êrîşên "IS"ê rewşa eqeliyetan
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Piştî êrîşên "IS"ê rewşa eqeliyetan

A+A-

eurokurdnews@live.com


"Minority Rights Group International-MRG" (Koma Parastina Mafê eqeliyetan) berî niha raporek pir cidî belav kir. Rapor, tehdît û êrîşên "IS"ê (Dewleta Îslamî) li dijî Êzdî û Aşûriyan dinirxîne, balê dikşîne polîtîka qirkirina eqeliyetan, bi taybetî li hêla Musilê. "MRG", bang li raya giştî, "UN" (Netewên Yekgirtî) û organîzasyonên navnetewî dike ku, bê helwest nemînin û destê alîkariyê dirêjî wan bikin.

Êrîşên "IS" ê, pêşveçûnên dawî li devera Nînowayê (Musil, dora wê) û tesîrên li dijî "eqeliyetên qels û di bin tadê de" ne, rewşek nû pêk aniye. Encamên êrîşan, pêşeroj û jiyana eqeliyetên li Iraqê bi giştî xistiye bin tehdît û xeterê. Buyerên nû eşkere nîşan dide ku, Iraq nikare wan biparêze. Qonaxa plankirî ku "eqeliyetan ji dever û cihên wan rakin/ bi zorê koçber bikin" berî bi 10 salan dest pê kiribû. Bi êrîşên IS ê, plan gihiştiye armanca xwe, dibêje dîrektorê giştî yê "MRG" ê, Mark Lattimer.

Nînowa û dora wê, bi çand û adetên xwe, navendek giring ji bo xelkek ji yên kevnare li herêmê, ya Aşûriya (Suryani-Kildanî) ye. Hejmara Xaçparêzên li Iraqê, 2013 an de 1 400 000 bû. Piştî buyerên dawiyê, File pir kêm bûne û hejmar daketiye nêviyê wê. Qaraqoş jî yek ji wan bajarên giring li mintîqê ye. Bi qasî 50 hezar rûniştvanên wir File ne. Piştî hêzên "IS" ê dora bajarê Qaraqoşê pêçan, bi hezaran Mesîhîparêz, cî û malên xwe bi cî hiştin û koçberî aliyê kurda kirin.

Bi qasî 550 hezar Êzdî li çiyayê nêzî tixûbê Suriyê dijîn. Baweriya Ezdiyan, şopên Îslamî, Xaçperestî û Cihûtiyê hemêz dike û mirov pê bawer e ku, şaxek ji Zerdeştî ye. Ew, bi kurdî diaxifin û dîroka baweriya wan dirêjî 4000 sal berê dibe.

Li Iraqê, piştî têkçûna rejîma Sadam Hisêynî, bi taybetî komên îslamî anîn zimên ku, Êzdî ne pak in. Wan, fermana kûştina Ezdiyan dan û alîgirên xwe li wan sor kirin. Êrîşên dawiyê li dijî wan, jiyan û pêşeroja Ezdiya li herêmê bi awayekî cidî xistiye bin xeterê. Koçeberiya 200 hezar Ezdiyên sivîl ber bi çiyayê Şingalê îro jî  didome. Rewşa wan zêde ne baş e û pêwîstiya wan bi alavên bingehîn, xwarin, vexwarin û dermên heye.

Ne tenê rejîma Iraqê, pir giring e ku raya giştî, UN û rêkxirawên navnetewî bê deng û helwêst nemînin. Divê çandên kevnare li herêmê bêne parastin, koçberî bê rawestandin û li dijî qirkirina wan gav bêne avêtin.

Navenda MRG li Londonê ye. Li 50 welatan, bi 150 hevkarên xwe re ji bo parastina mafê eqeliyatan li cîhanê dixebite, kar û xebatên wan ji aliyê raya giştî ve cidî tên girtin...

Bu yazı toplam 812 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.