• Diyarbakır27 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin28 °C
  • Bingöl26 °C
  • Bitlis19 °C
  • Elazığ28 °C
  • Erzincan23 °C
  • Şanlıurfa29 °C
  • Erzurum20 °C
  • Ağrı25 °C
  • Gaziantep25 °C
  • Hakkari23 °C
  • Muş25 °C
  • Siirt29 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Pîvanên etîk manîfestoya saziyan e
09 Aralık 2013 Pazartesi 20:53

Pîvanên etîk manîfestoya saziyan e

Li Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê Psîkologê Pispor Îzzet Zulkuf Çelîk ku perwerdeya “Pîvanên Etîk” dide got ku pîvanên etîk ên pîşeyî wek “reşnivîs, amentû, manîfesto û nexşerêya” saziyan têne nirxandin.

AMED- Serokatiya Beşa Karên Piştgirî û Çavkaniyên Mirovan a DÎSKÎyê, ji bo gurkirina motîvasyona xebatkarên xwe xebatên perwerdeyên didomîne. Yek ji wan jî ji aliyê MEKSAyê ve bi rahêneriya Psikologê Pispor îzzet Zulkuf Çelîk ve di bin navê “Pîvanên Etîk” de hate dayîn û gelek xebatkarên DÎSKÎyê di vê perwerdeyê de amade bûn.

Çelîk diyar kir ku pênc pîvanên bingehîn ên etîka pîşeyî hene û da zanîn ku ev rastgoyî, qanûnîtî, têrkirin, pêbawerî û girêdana bi kar ve ne. Çelîk weha got, “Erkdarê cemaweriyê hinek caran ligel pîvanên etîkê û rêgezan jî dibe ku bikeve nav dudiliyê. Wê demê pirsyarkirina etîkî dikare di hawara wî/wê kesî/ê de bê.”  

Mijarên derveyî etîkê

Çelîk bal kişand ser mijarên derveyî etîkê yên di nav kar de û weha domand, “Guhnedana kalîteya karî, bertîlxwestin an jî bertîldayîn, amûrên saziyên bi nebaşî bikaranîn, li cihê kar dizî, derfetên saziyê ji bo xwe bikaranîn, li ser qeyd û raporan texrîbat, xelatwergirtin û ezimandin, xelet agahdarkirin an jî veşartina rastiyan, destdirêjiya cinsî, dijûn û çêrkirin, bikaranîna zimanê berdîwaran, xirab bikaranîna raye û payeya xwe, bikaranîna madeyên hişber, deraqa hevalên xwe dayîn, bi xweşbînî nêzîk nebûn û suistmalkirina wezîfeya xwe.”

Nirxên etîkî gef in, an derfet in?

Derûnînas Çelîk pirsên “Ma cihekî kar ê xwedî pîvanên etîkî pêwîst e? Nirxên etîkî gef in, an derfet in? Cihekî kar ê li gorî pîvanên etîkî çawa dikare bê avakirin?” kirin û got, divê ji bo ku girêdabin bi pîvanên etîkî biryar bê dayîn. Çelîk axaftina xwe weha domand, “Bi rabûn û rûniştina xwe bibine nimûne, berpirsyariya gihandina li gorî pîvanên etîkî bigirine ser milên xwe, nirxên etîkî yên li gorî xwe destnîşan bikin, nirxên xwe yên etîkî bi aşkere bibêjin, xebatkarên xwe perwerde bikin, têkiliya zelal deynin û bi rêkûpêk tevbigerin.”  

 

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim