1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. PKK'ê şand malê dadgehê girt
PKK'ê şand malê dadgehê girt

PKK'ê şand malê dadgehê girt

Ercan Ortaç ê ciwan ku tevlî refên PKK'ê bû piştî hat zanîn ku nexweşê derûnî ye, hat vegerandin. Di vegerê de li ser rê hat binçavkirin û girtin.

A+A-

WAN - Ercan Ortaş ê sala borî bi komeke ji 6 kesan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê tevlî nav refên PKK'ê bû ji ber nexweşê derûnî bû, li malê hat vegerandin. Di 25'ê Kanûna 2013'an de li ser rêya Şemzînanê dema vedigeriya malê hat binçavkirin. Ortaş ê birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê bêyî kontrola tenduristiyê û bê parezer ku îfadeya wî hat girtin û dosyaya ku nizane di naveroka wê de çi heye pê dan îmzekirin. 

Polîs nivîsand dozger erê kir

Piştî wê ku Ortaş anîn Serdozgeriya Komarê ya Wanê li wir bê parêzer îfadeya wî hat girtin û bi sedemên,  "Endamê rêxistinê ye", "Xerakirina yekîtiya dewletê"  û "Zerardayîna malê gelemperiyê" sewqî dadgehê hatiye kirin.  

Sewqî Tiba Edlî nekirin

Parêzer Acar diyar kir ku muwekkîlê wî di aliyê axaftinê de jî astengadar e û ne di wê astê de ye ku bersivan bide pirsan. Acar axaftina xwe wiha domand, "Muwekîlê min di aliyê aqil de di asta zarokekî 10 salî de ye. Tevî ku min ev ji dadgehê re jî vegot, dadgeh li ser nesekinî û sewqî Tiba Edlî nehatiye kirin."

Bu haber toplam 659 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.