• Diyarbakır10 °C
  • Batman8 °C
  • Mardin10 °C
  • Bingöl8 °C
  • Bitlis7 °C
  • Elazığ6 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa14 °C
  • Erzurum0 °C
  • Ağrı1 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari6 °C
  • Muş5 °C
  • Siirt11 °C
  • Van2 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Platforma Avakirina Demokratîk û Vegera Axa Qedîm pêk hat
03 Ocak 2014 Cuma 18:18

Platforma Avakirina Demokratîk û Vegera Axa Qedîm pêk hat

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di navbera 2-3 Mijdarê de bi dirûşma "Jiyan, li ser axa dayîkê watedar dibe."

AMED - Li Amedê bi pêşangiya Komaxebata Ked Koçberî û Xizanî/Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di navbera 2-3 Mijdarê de bi dirûşma "Jiyan, li ser axa dayîkê watedar dibe." di çarçoveya "Konferansa Vegera Gund û Bi Darê Zorê li Cîhê xwe bûn" pêk hatibû. Di komxebatê de gelek biryar hatibûn girtin. Di çaroveya biryarên hatin girtin de Platforma Vegera Axa Qedîm hat avakirin. Platforma hat avakirin dest bi xebatan kirin. Bi pêkanîna Platfoma Avakirina Demokratîk û Vegera Axa Qedîm ji bo ku xebatên vegerên gundan bê dest pêkirin xebat bi sê sernavan hat destgirtin. Endamê Meclîsa KCD'ê Orhan Artuç diyar kir ku dê xebatan bi maweya kurt, navgir û demdirêj bigrin dest. Artunç diyar kir ku sedema derketina koçberiyê şerê ku bi salane li herêmê didomeye û ev birsgirêk roj be roj her ku diçe mezintir dibe. Artuç anî ziman ku di konferansa ku pêk anîn de derbarê kesên ku neçarma nin ku koçberî metrepolan bûnin de biryarên gelek girîng girtine û wiha got: "Em dikari biryarên ku me di konferansê de girtin di bin sê sernavande bigrin dest. Ji bo ku vegerên gundan pêkbê me Platfoma Avakirina Demokratîk û Vegera Axa Qedîm avakir û li ser vê bingehê mi civîn û komxebat li darxistin."

'Ji bo mexdûrên koçberiyê komîsyon tespîtê hat avakirin'

 

Artunç diyar kir ku ji bo ku pirsgirêkên malbatên ku bi darê zorê hatine koçber kiri pirsgirêkên wanê aborî, civakî, çandî û derûnî bê tespît kirin dê komisyonên ku mexdûr jî tê de cîhdigrin avabikin û dest bi xebatên xwe bikin û wiha got: "Gundiyên ku axa bi darê zorê axa xwe terk kirine niha axa wan an li destê dewletê deye an jî di destê cerdewanan dene û ji aliyê wan ve hatî dagirkirin. Di raya giştî de hejmara gundên ku hatine vala kirin 3 hezar û 500 gun tê zanîn û aga hiyên ku 4 mîlyon mirov koçber bûne heye. Ev agahiyana agahiyên rast nîne. Ji bo ku ev ji nûve bê tespît kirin, carekî din bê sazkiri û biryar bê girtin. Ji bo vê xebata tespîttê dest pê dike."
 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim