1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Polîtîka şaş a penaberî û koçberiyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Polîtîka şaş a penaberî û koçberiyê

A+A-

 

Ji Suriye, Iraq û gelek welatên din bi hezaran kes, ji şer direvin. Rewşa şer, kûştin, revandin, brîndarkirin, tirs, tehdît û hişkiya heye, gelek kesan ji hêla psîkolojîk ve nexweş dixîne. Mirovên perîşan, nexweş û kêm mecal, dikevin daf û xefikên tacîrên şer û koçberiyê. Biyanî, bi xeyalên mezin û rengîn, berê xwe didin Europayê û welatên dewlemend. Hetanî sînoran derbas dikin, xwe dighêjînin welatê nû, pereyên mezin didin taciran û têne şelandin.

Li gorî agehdariyan, tenê di demek e kin de 13 hezar penaber hatin bajarê Munîhê. Li Swêdê bi hezaran penaber li benda bersiva man û paşde şandinê ne. Daîreya penaberan, piştî îfadeya pêşî, serlêdanan wan dixine dorê û bersivdayîn bi derengî dikevin. Di kampên penaberan de, endîşeyên man û nemanê, tevlî nexweşiyên rûhî ji ber şer dibe û li kampan jî pirsgirêk derdikevin.

Çi welat ne amade ye û ne hêsan e ku, di demekê kin de karîbin bersiva bi hezaran penaberan bidin. Pêşî, îfadeyên wan bê girtin, li gorî serpêhatiya wan, mafê man û nemanê bidine wan. Xaniyan ji wan re peyde bikin. Kar bidine wan, di dibistanan bi cîh bikin û entegreya wan bihênin pê.

Dema rastiya welatên Europayê tê fêm kirin, xeyalên penaberan yek bi yek şûna xwe dide nerehetiyê. Psîkolojiya şer û kêmbûna sebra li benda bersiva hikumetan, jiyana li kampên penaberan nexweştir dike. Nexweşiyên nû bi xwe re peyde dike. Peydebûna nakokiyên li kampa û pirsgirêkên nû, "neyartiya biyaniyan" li Europayê zêdetir dike.

Li Europayê, bi taybetî Almanya û Swêd, deriyên xwe ji penaberan re vekirine. Bi hezaran jin, mêr, zarok her roj têne Europayê. Lê, hejmarek welat eşkere, bixêr hatina wan nakin. Deriyên xwe li rûwê wan digrin. Pêla neyênî a nepejirandina penaberan û pêşketina neteweperestiyê, li Swêdê û Almanyayê jî dike. Muxalefeta li dijî penaberan, li Almanya û Swêdê jî mezintir dibe.

Li Swêdê, partiya neteweperest û dijî biyaniyan, "Sveriges Demokraterna", di hilbijartina 2014 an de, teqrîben ji % 13 an dengên giştî girt û bûne partiya sêwem. Lê hikumeta Swêdê, siyaseta însanî dom kir. Hejmara qebûlkirina penaberan zêdetir bû. Bi zêdebûna penaberan re, pirsgirêkên wan ji bo entegrê hat rojevê. Pê re dengê nerazîbûna xelkê eşkere hat gotin. Nerazîbûn, hêza neteweperestên li welêt xurtir û siyaseta însanî rojbiroj sînor dike. Ji ber siyaseta însanî, dengên partiya nasyonalîst li Swêdê bilintir bûye. Lêkolîn û îstatîstîkên dawî nîşan didin ku, îro hilbijartin çêbibe, wê ji % 20-25 dengên giştî bigrin.

Bi taybetî Almanya û Swêd, bi helwêsta xwe a însanî, pejirandina penaberan û banga wan ji bo alîkariya penaberan, cihê spasî, serbilindî û kêfxweşiyê ye. Lê, siyaseta heye, nikare pirsa ”penaberbûna li Cîhanê” çareser bike. Dem hatiye ku mirov şaşîtiya siyaseta Europayê û welatên pêşketî derbarê penabertî û koçberiyê ronî bike, bide ber niqaşê û siyaseta wan a kevnare de, aliyê însanî xurtir bike.

Berî şerê bawerî an netewî li welat an herêmekê rû bide, divê Netewên Yekbûyî û welatên demokratîk, alîkarî û hevkariya xwe ji bo pêşketina demokrasiyê û mafê mirovan li wir bikin. Ji bo rêzgirtina mafê mirovan, toleransa ol û azadiya eqaliyetan û pêşketina demokrasiyê li wan welatan, berpirsiyartiya xwe bi cîh bihênin.

Siyaseta ne însanî ya welatên pêşketî, felaketên mezin bi xwe re dihêne. Piştgiriya dîktatoran, rejîmên hov û ne demokratîk, ji ber girêdanên aborî, şaş e. Pir giring e ku welatên Yekîtiya Ewropayê û ên pêşketî, rê li ber şaşîtiyên xwe bigrin, rejîmên ne demokratîk îkaz bikin, demokrasiya wir xurt bikin, bibin alîkarê hêzên demokratîk, aştîxwaz û însanî li wan welatan û piştgiriya aborî pêşkêş bikin da ku şer nebe, qirkirin neyên pê, trajedî û koçberiya penaberan bi dawî were. Ew welat jî pêş bikevin, rewşa aborî li wir jî baş bibe.

 

Bu yazı toplam 637 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.