1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Prof. Bengio: Serxwebûna Kurdistanê nêz e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Prof. Bengio: Serxwebûna Kurdistanê nêz e

A+A-

 

Prof. Ofra Bengio, li Israîlê û Rojhilata navîn bi şarezayiya li ser dîroka herêmê tê nasîn. Pispora pirsa Kurd û pirsgirêkên Rojhilata navîn e. Li Zanîngeha Telavîv ê dersên dîroka Rojhilata navîn dide. Pispora taybetî ya "Navenda Moşe Dayan ji bo lêkolînên derbarê Rojhilata navîn û Efrîka" ye. Hejmarek kitêb û nivîsên wê belav bûne. Berhema wê ya nû li ser Kurda ye. Xanim Bengio di hejmara dawî ya kovara "Middle East Quarterly" de li ser têkiliyên Kurda û Cihûwan kur dibe û çend rûpelên dîrokî û giring ji têkiliyên herdu gelan pêşkêş dike. Rojnameya Jerusalem Post hevpeyvîna bi Prof Bengio re, di 9 hezîranê de belav kir. Hevpeyvîn ji aliyê Reuters ê, berî bûyera Musil û Kerkukê hatibû kirin.

Analîzên pisporên pirsa Kurd li ser çaraseriyê û senaryoyên pêşerojê, balkêş û giring in. Parvekirina dîtinên wan li ser guhertinên herêmê sûdên xwe pir in. Em beşek ji hevpeyvînê bi we re parvedikin. Şiroveya wê ji we re dihêlin.

Wisa dibêje Bengio: "Sê (3) senaryo dikarin îlankirina serxwebûnê nêz bikin. Guhertina hikumeta Emerîkayê. Berdewama serokatiya Mesût Barzanî, du (2) salên din. Têkiliyên bi Baxdayê re xiraptir bibe.

Qonaxa serxwebûnê, bi firota neftê bêyî îcazeya Baxdayê dikare nêzîktir bibe. Herikandin û bazara neftê bi riya boriyan di ser Turkiyê re, bi fêde ye û emirdirêjtir e. Mafê Kurda heye ku, dewlemendiya sererd û binerd ya herêma xwe, bêyî îcazeya Baxdayê bazar bikin, bifroşin. Lê Baxda herdem, bi riya tehdîtên dadgehên navnetewî, dijîtiya Kurda dike."

Jonathan Spyer ku pisporê Rojhilata navîn e, piştgiriya dîtina Prof Bengio dike û dibêje: "Malîkî, baweriya Kurda bi xwe nehiştiye, têk biriye. Serxwebûna Kurdistanê li benda çirûskek xwezayî ye. Çirûskek wisa herdem dikare pêkeve."

Prof Bengio axaftina wisa didomîne: "Di rewşek wisa de ku Kurd serxwebûna xwe îlan bikin, hikumeta Israîl dê bibe yek ji wan rejîmên yekem ku, Kurdistanê bi fermî nas bike.

Xurtbûna têkiliyên Kurd û Cihuwan, bi pêşketin û guhertinên jeopolîtîk ve girêdayî ye. Têkiliyên nav Kurd û Israîlê, bi rakirina tirs, şik û teoriyên komplobariyê dê baştir bibe. Welatên cînar bandorek neyênê li vê prosesê dikin.

Qonaxa aştiyê di nav PKK û Turkiyê ber bi encamên erênî ve here, guhertinek wisa dê têkiliya nav Kurd û Cihuwan xurtir bike. Israîl dê têkiliyên yekser û eşkere bi Kurda re deyne."


 

 

 

Bu yazı toplam 575 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.