Prof. Dr. Keyman: 'Divê Tirkiye têkiliyên xwe bi kurdan re baş bike'

Prof. Dr. Keyman: 'Divê Tirkiye têkiliyên xwe bi kurdan re baş bike'
Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Sabanci Prof. Dr. Fuat Keyman diyar kir ku hemleya herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku di zûtirîn demê de bi kurdan re têkiliyên xwe sererast bike û wiha got

STENBOL - : "Tirkiye qasî tirkmenan divê bi kurdên li Suriyeyê, PYD'ê re têkiliyên xwe baş bike. Rusiya li gorî hêza jeopolîtîk tevdigere û çêbûna dewletek kurd ji bo wê ne derd e. Ji ber wê dibe li vir li ser bingeha kantonan dewletek kurd çê bibe. Lê Tirkiye vê yekê wekî gefekê dibîne. Li gorî min di demên dawî de qediyana pêvajoya çareseriyê jî ji ber vê yekê ye. Di demên dawî de gotinan tirkmenan jî girêdayî vê yekê derketiye holê."


Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Sabanci Prof. DR. Fuat Keyman piştî xistina balefira şer a Rusyayê, têkiliyên Tirkiye û Rusyayê û rewşa Rojava nirxand. Keyman diyar kir ku Rusiya bi Îranê re dixwazin herêma di bin serweriya Esad de berfireh û qewî bikin. Keyman daxuyand ku Rusiya di vê çarçoveyê de bi kurdan re jî têkiliyan datîne. Keyman derbirî ku DAÎŞ rêxistinek terorê ya tu exlaqê wê tune ye û wiha got: "Zork, kal, pîr û jin teva qetil dike. Tirkmen, kurd, ereb nabêje. Di aliyê exlaqî de jî tehdîdet mezin e. Divî warî de Rusiya di êrîşên li hemberî DAÎŞ'ê de xwedî meşûriyetekê ye." Keyman got ku ger di demek dirêj de qirîze balefirê neyê çareserkirin dê pêşketinên dînamîkên herêmê bi awayek cidî sebobino bike derkevin holê. 

'Hemleya herî mezin a Tirkiyeyê têkilî danîna bi kurdan re ye' 

Têkildarî mijarê Keyman derbirî ku hemleya herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku di zûtirîn demê de bi kurdan de têkiliyên xwe sererast bike û wiha axivî: "Tirkiye qasî tirkmenan divê bi kurdên li Suriyeyê, PYD'ê re têkiliyên xwe baş bike. Ji roja balefir ketiye heta niha Erdogan têkildarî kurdan û PYD'ê çi dibêje, li ser pêvajoya çareseriyê çi difikir e, me nebihîstiye. Li gorî agahiyên em digirin Tirkiye hewildanên ji nûve destpêkirina pêvajoya aştiyê difikir e. Li aliyê din di bernameya hikûmetê de wekî berê li ser pêvajoya çareseriyê hûrbûnek mezin tune bû. Li gorî min di pêvajoya Suriyeyê de noxteya krîtîk ew e ku Tirkiye pêvajoyek normalkirinê bide destpêkirin û ji tirmenan zêdetir têkiliyên bi kurdan re pêş bixe. Ji ber ku niha Rusiya dîrek zirarê nede Tirkiyeyê jî hemleya wê ya herî girîng têkilî danîna bi PYD'ê re ye. An jî pêşxistina têkiliyên Suriye-Moskova û PYD'ê ye. Ji bo vê dê bixwaze PYD'ê bi hêz bike. Li vir aktorê sereke têkiliyên PYD û Tirkiyeyê ye. Li parlementoyê girîngiya HDP'ê jî didome."

'Divê Tirkiye têkiliyên xwe bi kurdan re baş bike'

Keyman daxuyand ku di heman demê de girîngiya PKK û PYD'ê ya li ser bingeha Suriyeyê jî berdewam dike û wiha domand: "Divê Tirkiye li ser vê bingehê pêvajoya çareseriyê, têkiliyên bi PYD'ê de sererast bike. Hevkariyek bi vî awayî dê hemleya Tirkiyeyê ya herî mezin be. Lê heta niha me ev hemleye ne dîtiye. Ji bo Tirkiye mafdariya xwe ya xistina balefirê berdewam bike, gava herî mezin başkirina van têkiliyan e. Girêdayî vê yekê di aliyê siyasî de jî dikare mafdariya xwe bidomîne. Li vir jî em siyasetên cuda yên hikûmetê dibînin. Yanî dibe van têkiliyan cardin zindî bike û an jî şerê di asta jêr ê niha berdewam jî bike. Li vir biryara PKK'ê jî gelek girîng e."

'Rusya dibe piştgiriyê bide dewletek kurd' 

Di berdewama axaftina xwe de Keyman bi bîr xist ku tirsa herî mezin a Tirkiyeyê kantonên kurdan e û ev tişt gotin: "Tirkiye kantonan wekî tehdîdet dibîne. Lê di peywendiya Tirkiye û kurdan de Rusiye serbikeve, rejîma Esad qewî bibe, Tirkiye li derveyî maseyê bimîne, li vir Suriye dê bibe dewletek li ser bingeha kantonan. Tirkiye dema li ser hêza jeopolîtîk tevdigere dewleta kurd zêde nake derd ji xwe re. Ji ber wê dibe li vir li ser bingeha kantonan dewletek kurd çê bibe. Lê Tirkiye vê yekê wekî gefekê dibîne. Li gorî min di demên dawî de qediyana pêvajoya çareseriyê jî ji ber vê yekê ye. Di demên dawî de gotinan tirkmenan jî girêdayî vê yekê derketiye holê." Keyman anî ziman ku îhtîmal heye bikaranîna tirkmenan a li ser bingeha nijadperestiyê Erdogan bi tevahî hilweşîne. Keyman da zanîn ku başbûna têkiliya di navbera kurd û tirkan de ji bo her du aliyan jî bi faydetir e.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.