1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Provake û buyera li Alanyayê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Provake û buyera li Alanyayê

A+A-

Min çend roj berê, piştî beyana serokê MHP Devlet Bahçeli li dijî HDP ê, anîbû zimên ku, beyanên wiha, di demên şer û nakokiyên civatî rû didin de, bi xeter in û rê ji provakeyan re vedikin. Min, bi taybetî kurdên Anadolê hişyar kir, ku li hemberî provakeyan, hay ji xwe bikin, tenê negerin, tedbîr bin, têkiliyên navxweyî xurt bikin û şêwrê biryarên xwe bidin.

Şeva yekşemê li Alanyayê neteweperstên turka daketin kolanan, li derveyî hiqûqê, li ber çavên polîsan xwepêşandanek anîne pê û êrîş birin ser nûneriya HDP ê li bajêr. Paşê barê xwe dane navenda bajêr ji bo ku xirabiyên xwe bidomînin. Pevçûn derket û tevlîheviya li bajêr didome.

Beyan û sînyalên bi vî rengî ne kurda, ne jî turka re, ne xerîb in. Gelek caran dema şer, nakokiyên siyasî û civakî rû didin, peyde dikin. Bi beyan û daxuyaniyan, xelkê sor dikin û radikin ser nigan. Riya herî hêsan, lîstina bi hîsên mirovan e. Amadekirina psîkoloijiyê ji bo piştgirî ye. Aqilmendên wan dikevin dewrê. Rojnamevan û nivîskarên, pênûsên xwe ne bi hibirê, lê bi xwînê avdayî, rûpelên rojnameyan sor dikin, dema derdikevin kanalên tv yî agir ji devên wan dibare. Û rê ji provake û pevçûnan re vedikin.

Bi sedan neteweperest derdikevin kolanan. Berê êrîşê didin mirovên sivîl û bêsuc, cînarên xwe ên bi salan û bînayên partiyên legal. Kesên qet hay ji buyerên wiha tune, an jî demokrasiyê pê ve riyên din esas nagirin, dikevin ber êrîşên wan. Bi sedan kes, li du-sê kesan kom dibin. Lehengiya xwe nîşand didin. Wahşet û hovîtiya neteweperestiya li ser esasên bêhiqûqî, berjewendî û bêexlaqiyê bi cî bûye, êdî sînorên însanî nas nake. Polîs û hêzên ewlekariyê dibin temaşevan, mirovên sivîl ku gunehên wan tenê, nijad û baweriyên xwe guhertî ne, dikin qurban. Pêhnek li du a din tê, darên stur dadikevin, ên din bilind dibin. Mirov tên kûştin, an seqet dimînin. Cendek bi saetan bêxwedî li erdê di nava xwînê de dimînin û xwedî derketina li mirî û brîndaran jî weke gunehkariyê dihesibînin.

Îro bi milyonan kurd li hêla Anadolê dijîn. Mal û karê wan li wir e. Jiyana xwe li wir didomînin. Beyanên mîna Bahçeli û kesên din ku neteweperestan sor dikin, herdem dikarin xetera provake û endişeyên cidî bihênin pê.

Neteweperestiya bêsînor, bêkontrol û hov a bi salan, însanetiyê brîndar dike. Piştî tecrubeya bi salan, beyan û provakeyên neteweperestan, êdî xelk jî şiyar bûye, sînyalên wan dinasîn û nawazin bi erzanî qûrbana bidin. Tedbîrên xwe digrin. Di encamê de, hişkî, şîdeta li dijî xwe diafirîne. Wiha bidome, nakokiya du alî, dikare bi xwe re buyerên pir mezin bihêne pê. Jiyana li bajaran bike dojeh.

Baş e, pirsgirêk çawa dikare çareser bibe?

Bê guman di çarçoveya demokrasî û hiqûqê de riyên hene bên ceribandin, gavên pêwîst bên avêtin û tedbîrên bi bandor bihênin pê. Bi dehan dawe li dijî mirovên mîna Bahçeli, encam çi dibe bila bibe, divê bêne vekirin. Ji ber ku pirs ne tenê bi demokrasî, mafê mirovan û eqelayatan ve girêdayî ye. Hedef nîşandana endamên partiyek siyasî û organîzekirina êrîşên neteweperestiya bi zanatî, dibe sedema ”sucê mirovahiyê”. Bi qasî hiqûqa navxweyî, dibe daweyek navnetewî.

Eşkere ye. Divê bê gotin û herdu alî baş fêm bikin ku, çareseriya pirsgirêkên polîtîk, tenê bi riya diyalogê mûmkûn e. Dema êrîşê bibin ser kurda, mirov bên kûştin û brîndar bibin. Karê bêhiqûqî wê bersivdayîna hişktir li dijî xwe baifirîne. Ewlekarî wê têk here. Li deverên mîna Alanyayê, hatina ji turîzmê û gera xelkên biyanî kêmtir bibe. Pîvanên însanî wê ji holê rabin û çi kes nema dikare rê li ber kaosê bigre.

Jibîrmekin! Riya çaraseriya pirsgirêkên siyasî, diyalog e. Hişkayî, şîdetê diafirîne. Xwe ji pevçûnan dûr bigrin û giraniya xwe bidin aştîxwaziyê, çaraseriyên bi riyên aştiyê…

 

 

Bu yazı toplam 644 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.